YNK a Celal Talabanî ku li Başûrê Kurdistanê partiya herî bibandor e, Tevgera Goran a bi serektiya Nûşîrvan Mustafa û Partiya Yekgurtî ya Îslamî ku di hilbijartina 2013’an de bû partiya çaran, di mijara serektiyê de bendê bi PDK’ê re dikin.
Geşedanên li Rojhilata Navîn, pozîsyona aktorên herêmî û di serî de DYE, siyaseta hêzên Rojavayî –konjonktura nû- nîşan dide ku sîstem/bêsîstemiya Başûrê Kurdistanê nikare were domandin. Krîza leşkerî, siyasî û aborî ya ku li Başûrê Kurdistanê ji ber sedema kêşeyên avaniyê derçûne, hêla krîzê ya kûr û pergalî destnîşan dikin.
Sedema sereke ya krîza aborî, siyasî û leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê, bi rengê ragihandina Hikûmeta Federa û bi sîstema wê re têkildar re hatiya sazkarkirin. Di bin rêzên pirsgirêkan de yên wekî; zêdekirina rayeyên Seroktiya Herêmê, kêmkirina rayeyên parlamentoyê, kêşeya pêknehatina hêza hevpar a pêşmerge, pêknehatina rejîma parlementer a li ser hevsenga desthilatdarî û muxalefetê, nebûna sîstema aborî, bicihkirina kêfî ya li emîrtiyên milkî yên xwecih û giştî, krîza neftê, nelirêtî, kêşeyên ewlehiyê yên civakî, nearamiya civakî, şaş sazkirina sîstemê û rêveberiya kêfî heye. Ji bo vê jî, ji bo çareserkirina kêşeyan ji nû ve avakirineke sîstemî, honekeke nû, bi vegotineke dî avakirineke nû hewce ye.
Di halê hazir de, avakirina sîstemê ya sazkar a Başûrê Kurdistanê, xwe dispêrê dema piştî şerê Kendavê yê pêşî. Di vê demê de, bi qelsbûna rejîma navendî ya Iraqê re, sîstema ku bi rengekî defacto ava bûyî û li deverên ku PDK-YNK lê hîkar bûn, xwe disparte serweriya partiyan, 2003’an piştî hilweşîna rejîma Seddam kete qonaxeke dî. 2004’an meclîsa federal bi fermî hate avakirin. Lê vê geşedanê sîstem nûjen nekir. Tekana tiştê ku hatî guherandin ew bû ku rêveberiya de facto ji hêla Destûra Iraqî ve hate mîsogerkirin û Bexdayê Hikûmeta Federa nas kir.
YNK û PDK bi paşmêriya DYE’yê û bi taybetî bi desteka Elmanya û Ingiltereyê ya navdewletî sîstemeke ku xwe dispêrê parvekirina mewkiyê hate avakirin. Kursiyên li parlamentoyê di nav du partiyan de hate parvekirin. Bi lihevkirinê, piştî têkçûna Seddam Huseyîn, li kursiyê vala bûyî yê Serokkomariya Iraqê Serokê YNK’ê Celal Talabanî û piştî wê jî Fuat Mahsûm yê YNK’ê; ji bo Seroktiya Rêveberiya Herêmî ya Kurd jî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî hatin bicihkirin. Kursiyê Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê jî bi rengekî dorveger pêşî dane YNK’ê (Berhem Salin) û piştre, piştî ku PDK’ê erkdariya xwe berfirehtir kir û YNK qels bû, di destê PDK’ê (Nêçîrvan Barzanî) de ma.
LINGÊN STATÛKOYÊ
Di van du demên dawî yên yasadanînê de Tevgera Goran a ku li meclîsê tê temsîlkirin, ku ji YNK’ê veqetiyaye her çendî bendewariyên mezin jê hatibin hêvîkirin jî nekarî ku hevsengên pergalê derbas bike. Goran (Guherîn) bayekî guherînê anî û xîtabî wê daxwazê kir ku civak dixwaze ji statûkoyê xilas bibe. Di hilbijartina dawî de bersiva vê siyasetê sitand, YNK li pey xwe hişt û di parlamentoyê de bû partiya duyemîn. Lê Tevgera Goran li şûna ku ji daxwazên demokratîkbûnê re û ji pêdiviyên civakê re bibe bersiv, tercîh kir ku entegreyî sîstemê bibe. Bi pey re jî, kêşeyên bi PDK’ê re çareser nekir, Tevgera Goran bû xwediyê siyaseteke temaşeker û ji hêla PDK’ê ve hate bêbandorkirin. Hê nediyar e bê ka pêngava yekbûna bi YNK’ê re ya ku par pêk hatî wê çi bi xwe re bîne.
Li Başûrê Kurdistanê her herêm, her bajar xwe bi bi ‘jêr nasnameyekê’ û bi partiyên ku van jêr nasnameyan dixe navenda xwe derdibirîne. Di nav siyasetê de qadên ku hatine parsêlkirî hene. Weke ‘’Herêma Soran’, ‘Herêma Behdînan’’.. Hema bibêje her bajar bi partiyekê tê navandin. Duhok, Zaxo, Hewlêr di bin bandora PDK’ê de ye. Xeta Kerkûk, Germiyanê di kontrola YNK’ê de. Di hilbijartina dawî de bi rengekî surprîz Tevgera Goran Walitiya Silêmanî bi dest ve anÎ lê rêveberiya Silêmanî ji berê ve di destê YNK’ê de ye.
Yek ji zaboqa dî ya siyaseta Başûr ew e ku partiyên serwer ji hêla aborî ve gel bi xwe ve girêdane. Bi vê siyasetê, bi taybetî jî PDK vîna siyasî ya civakê ‘îpotek’ kiriye. Ekonomiyê dike şantaj, dike amûra ku civakê bi xwe ve girê bide. Mînak sedema ku parlamenterên Şengalê, li gel polîtîkaya PDK’ê ya Şengalê jî, hê jî di nav PDK’ê de ne ji ber sedema aborî û azweriya ‘otorîteyê’ ye. Ev ji tercîheke rojane an jî konjonkturî wêdetir rewşa pêgirîbûneke derûnî vedibêje.
Li Başûrê Kurdistanê pêdivî bi perspektîfeke alternatîf heye ku siyaseta demokratîk ji xwe re kiriye esas. Rewşa li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn tam jî lêgerîn û hewcehiyeke wiha destnîşan dike. Di siyaseta Başûr de, pêdivî bi partiyekê heye ku xwedî perspektîfeke demokratîk e. Partiyeke xwedî vizyon û bernameyeke wiha û pêşdîtiniya dabînkirina pêdiviya demokratîk a gel dike, dikare rûdêna siyasî ya Başûr biguherîne, hevsengên heyî dikare birûxîne. Derbasbûna ji siyaseta yekdesetî ya ber bi demokratîk ve, probleme sereke ya siyaseta Başûrê Kurdistanê ye.
PKK’ê bi gel re dînamîzmek çêkiriye. Şaş e ku mirov bibêje, ‘’bi gel re asta rapirsînê û lêgerîn nîn e ‘’ Ya kêm ew e ku partiyeke ku vê lêgerînê bi bernameyeke berbiçav bike nîn e. Di civaka Başûr de tekana hêza ku ji daxwaza guherînê re bibe bersiv PKK ye.
DÎNAMÎKA GUHERÎNÊ PKK YE
PKK’ê di siyaseta Başûrê Kurdistanê de hokarên diyarker ji holê rakir. Ji bo vê jî hişmendiya partîtîtiya ku xwe dispêrê jêr nasnameyan difeşkile. Gelê Başûrê Kurdistanê siyaseteke wiha ya ku xwedî karekterekî netewî ye, xwe ji partîtiya berteng xilas kirî, parvekirina wekhev û dadmend daye ber xwe, dixwaze. PKK ji bo pêngaveke wiha zemîneke pir girîng ava kir.
Gel bi PKK’ê re baweriyê, siyaset hevgirtî dibîne. Li gorî partiyên din her çendî derfetên wê yên madî kêm bin jî PKK siyaseta PKK’ê ya ku wekhevî, azadî û demokrasiyê ji bo gel dixwaze, ji hêla gelê Başûr ve bersiva xwe dibîne. Gelê Başûr ku ji siyaseta elîtîst, êlparêziyê off bûyî siyaset gelparêz a PKK’ê hembêz dike. Li Başûrê Kurdistanê zemîneke girîng a PKK’ê çêbûye.
Babeteke dî jî ya ku partiyên Başûrê Kurdistanê li ser li hev nakin têkiliyên navxweyî yên Kurdan in. Siyaseta PDK’ê ya ku xwe li ser dijberiya PKK’ê ava kiriye, di serî de li derdorên siyasî yên YNK, Goran, li derdora siyasî ya Başûrê Kurdistanê, di nav rewşenbîran de û Tevgera Azadî de û di nav rêxistinên civakî de rê li ber nerazîbûnan vedike. Her wiha di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de ya li Kurdistanê ji bo ku PDK ew hewlesta ku jê dihate hêvîkirin nîşan neda bû sedema helwesteke tund. Têkiliyên aboriyê yên Tirkiyê û PDK’ê gelek caran îdîayên gendeliyê bi xwe re anîn. Ev hemû hokar tenê bala gelê Başûrê û hêzên siyasî yên Başûr nakişîne; di kulîsên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de, tê gotin ku DYE ji têkiliyên PDK-Tirkiye-DAIŞ’ê bêhteng bûye û ultumatom daye PDK’ê.
Ev hemû geşedan nîşana wê ne ku siyaseta Başûrê Kurdistanê ketiye pêvajoya serûbinbûnê û her wiha dibe sedema alerjiya PDK’ê ya ji PKK’ê.
BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE BÛ
Daraz têk çûye, siyaset ne sazkar e di nav lêvên zilamekî de ye. Xebatên parlamentoyê, hikûmetê hatine betalkirin. Li qadên ku PDK lê serwer e rojnamevan têne kuştin, bi ser saziyên çapemeniyê de êrîş hene; ên ku PDK’ê rexne dikin gef li wan tê xwarin, li kuçeyan wan lînc dikin û bê daraz têne înfazkirin.
PDK bi tora çapemeniyê ya ku ava kiriye, manîpulasyonê dike û şerê taybet dimeşîne, ji bo krîzên aborî, siyasî, sîstemî yên Başûrê Kurdistanê veşêre û binixumîne êrîşê bi ser PKK’ê de tîne, referandûma serxwebûnê tîne rojevê. PDK ya ku ji bo Şoreşa Rojava bifetisîne bi DAIŞ û dewleta Tirk re çûyî hevkariyê, bi dewleta Tirk û bi çeteyên ku bi hev re perwerde kirine êrîş bi ser Şengalê de anîn û careke dî nîşan da ku ew dikare xwîna Kurdan birijîne. PDK a ku 2014’an gelê Êzîdî bi komkujiyê re hişt, bi êrîşa li ser gerîlayên azadiya Kurd ku Şengal û gelê Êzîdî ji qirkirinê xilas kirin, rûyê xwe yê rastîn nîşan daye û niyeta xwe diyar kiriye.
BARZANÎ ÇIMA DEV JI GOTNA XWE BERDA KU DIGOT, "BIRAKUJÎ NEMA ÇÊDIBE"?
Salên bihurî gelek caran organên çapemeniyê yên PDK’ê bi rengekî propagandayê gotina Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, ku gelek caran digot, ‘’Heta ku ez sax bim, careke dî wê şerê birakujiyê nebe. Di nav hêzên Kurd de wê birakujî nebe’’ bi kar dianîn lê di vê serdemê de balkêş e ku ev qet nayê rojevê. Baş e lê gelo çi bû ku Barzanî dev ji van gotinên xwe qeriya û bi serokê eşîrên navdar û rûspiyên Êzîdiyan re rûnişt û hewl da ku wan ji bo şerê dijî PKK’ê qanih bike? Çawa dibe ku pêşmergeyên PDK’ê li gerîlayan bireşînin? Heke talîmatê Barzanî dide pêşmergeyan ev talîmat tê çi maneyê? Heke talîmat ne ji Barzanî tê, pêşmergeyên PDK’ê êdî talîmatê rasterast ji Erdogan digirin? Di encama kîjan bazarên genî yên siyasî û aborî de û ji bo armancên qirêj xwîna Kurdan hate rijandin? Divê PDK û lîderê wê bersiva van pirsan bide gel.
Diyar bû ku ev gotin bi mebesta avakirina îmaja ‘’bavê netewî’’, ‘lîderê Kurd’’ bû di ser medyaya PDK’ê re hewl dihate dayin ku were çêkirin, bi êrîşa Pêşmergeyên Roj yên PDK’ê yên bi ser Şengalê de, bi kuştina şervanên HPG û YBŞ’ê re deşîfre bû. Bûyera li Xanesorê nîşan da bê ka kî birakujiyê naxwaze, kî naxwaze xwîna birayên were rijandin û kî dixwaze. Hemû dinyayê dît ku bi mirina xwe jî be gerîlayan nexwest ku xwîna birayan birije. Helwesta du gerîlayên HPG’ê ku ji bo şer nebe li pêş wesayita leşkerî bê çek sekinînin û singa xwe dane ber, helwesteke pir zelal e ku pêdivî bi şîrovekirinê jî nabîne. Pêşmergeyên PDK’ê bi êrîşa li ser nûçegihanên ku bûyer tomar dikirin her çendî hewl dabin ku sûcê xwe veşêrin û sûcê xwe bincil bkin jî, xebatkarên çapemeniya azad jiyana xwe jî li ser kirin û heqîqet ji bo hemû dinyayê ragihandin.
Hem siyaseta ku PDK li Başûrê Kurdistanê dike û hem jî ji bo ku guhê xwe ji daxwaza gel a parçeyên din re girtiye, di nav piraniya Kurdan de bûye sedem ku Kurd hêrs bibin. Rêveberiya PDK’ê ku guh nade helwest û rexneyên rêxistin û saziyên Kurd, li gorî felsefeya damezirandina PDK’ê û li gorî rola ku ji bo Kurd û Kurdistanê jê re fesilandine dimeşe. PDK ya ku li cviata Kurd rûnane, li şûna civata Kurda di civata mezhebî de rûdine ya ku hevsarê wê di destê Tirkiye û Erebîstana Siûdî de ye.
Li gel sedemên dîrokî û rojane yên ku me behs kirine cihêtî îdeolojîk û paradîgmaya polîtîk, li şûna lihevkirina hêzên azadiyê û PDK’ê rewşa ku werin dijberî hev nîşan dide. Îhtîmala ku ragêşiya di navbera hêzên azadiyê yên Kurd û PDK’ê de zêde bibe û veguhere rewşa şer û pevçûnê zêde ye û ji bo vê tespîtê jî têra xwe dane hene. Li ser hebûna PKK’ê ya li Şengal, Kerkûkê û Mexmûrê, PDK gefên xwe didomîne. Her wiha piştî êrîşên 25’ê Nîsanê daxuyaniya PKK’ê ku gotî ,’’êdî hêzên HPG û YJA-Starê kûderê hewce bibînin wê li wir bin’’ weke helwesteke hişkere ya li dijî vê siyaset û nêzîkatiyê dikare were dîtin.
SIBE: Operasyonên hevpar ên dewleta Tirk û PDK’ê