Rastiya ku Operasyona Tolhildanê ya Sakîne Cansiz ronî kir

Li ser bingeha rastiyên ku KCK'ê di daxuyaniya xwe de raxist pêş çavan, divê li ser rewşa dadgerî û rêveberiya Fransayê hin tiştên nû werin gotin.

Pênc sal di ser re derbas bûn ku sê jinên şoreşger ên Kurd Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) 9'ê Çileya 2013'an li navenda Parîsê bi êrîşeke namerdî hatin kuştin. Ev pênc sal in di serî de jin, gelê Kurd û dostên Kurdan li ser şopa milîtanên şoreşger meşiyan û ji bo ronîkirina vê komkujiya hovane û hesabpirsînê gelekî hewl dan û têkoşiyan. Niha dikeve sala şeşan. Di salvegera pêncemîn a şehadeta wan de em her sê jinên Kurd ên şoreşger bi rêzdarî bi bîr tînin, têkoşîna ku heta niha hatiye dayin silav dikin û bawer in ku ev têkoşîna şoreşger-demokratî wê di sala şeşan de hê xurt bibe.

Eşkere ye ku komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê û têkoşîna li dijî vê komkujiyê hate dayin di nava pênc salan de gelek tişt ronî kiriye. Bêguman ronîbûna herî mezin jî di sala pêncemîn de pêk hat. Rêveberiya PKK'ê soza xwe bi cih anî û bi Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîd Sakîne Cansiz re komkujî ji her alî ve ronî kir. Di vê mijarê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê roja 3'ê Çileyê daxuyaniyek da raya giştî û rastiya komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê bi belgeyan bi awayekî zelal raxist pêş çavan. Li gorî agahiyên ku du rêveberên MÎT'ê dan, ku Tebaxa 2017'an li Başûrê Kurdistanê dema amadekarî ji çalakiyek li dijî rêveberên PKK'ê dikirin hatin girtin, rastiya komkujiyê eşkere bû. Raya giştî ya şoreşger-demokratîk bi rojan e van agahiyên navborî nîqaş dike û hewl dide rastiyan fêhm bike. Tenê TC û çapemeniya AKP'ê xwe kerr û lal kiriye, ji ber ku li ser guneh hatine zevtkirin hê nizanin bê wê çi bêjin. Halbûkî êdî her kes zane ku komkujiya sê jinên şoreşger ên Kurd şehîd xist ji aliyê hikumeta Tayyîp Erdogan ve hatiye amadekirin, hikumetê fermana wê daye MÎT'ê, ji aliyê MÎT a bi rêveberiya Hakan Fîdan ve hatiye kirin û kesê ku komkujî bi kujer Omer Guney plan kiriye, Sabahattîn Asal e ku tevlî hevdîtinên li Îmraliyê bû.

Gelo li gorî agahî û belgeyên navborî, der barê komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê de çi tiştê nû dikare were gotin? Bêguman xusûseke gelekî girîng û ya di vê der barê de ew e; rêveberekî MÎT'ê yê ku komkujiya parîsê plan kir û kujer Omer Guney bi rêxistin kir, di heman demê de cihê xwe di nava heyeta dewletê de digirt ku bi salan li Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir. Ev rewş ji aliyê rêveberên MÎT'ê yên ku ji qeyda deng a li ser plansaziya komkujiyê ya bi Omer Guney re hate girtin girtî ne, hatiye teşxîskirin. Kî zane, belkî hin personelên din ên MÎT'ê yên tevlî hevdîtinên Oslo û Îmraliyê bûn, di nava plankirina komkujiya navborî de cih girtine. Ya jî dibe ku komkujiyên din ên mîna wê, sermerselê komkujiya Roboskî, komkujiya Cizîrê plan kiribûn û pêk anî bin. Eşkere dibe ku yên bi navê 'pêvajoya çareseriyê' çûn Oslo û Îmraliyê û bi rayedarên PKK'ê re rûniştin, ne jib o çareseriyê, lê ji bo plankirina komkujiyan û pêkanîna komkujiyan çûn van deveran.

Bêguman ev rewş gelekî girîng e. Ji ber ku radixe pêş çavan bê hikumeta AKP'ê û dewleta TC bi navê hevdîtin û karê 'pêvajoya çareseriyê' ji bo kîjan armancê çûne wê derê û hewl dane çi bikin. Eşkere ye, ev kesê ku xwe weke 'Heyeta dewletê' pênase dike, ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina şerê heyî, ne ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk, lê ji bo amadekirina plana komkujî û êrîşa li dijî PKK'yiyan çûne. Rastiya komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê radixe pêş çavan ku ev armanca xwe bi rêbazên hovane yên komkujiyê xistine meriyetê. Xuya ye tişta ku AKP û rêveberiya TC ji 'pêvajoya çareseriyê' fêhm kirine, ji bo kirina êrîş û komkujiyên faşîst, hevdana daneyan e.

Halbûkî raya giştî ya Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê gelekî baweriya xwe pê anî bû ku bi hevdîtinên navborî re wê pirsgirêk bi rêbazên siyaseta demokratîk çareser bibe! Gelek mirovan ji rêeberiya Tayyîp Erdogan bawer kiribûn, jê hêvî kiribûn! Gelekan dilê xwe xweş kiribûn ku çareserî pêk tê! Eşkere bû ku her tişta AKP'ê û rêveberiya TC bi navê 'pêvajoya çreseriyê' got, bû derew, bû dek û dolab! Tevî ku rastî ev e, bi taybetî navenda şerê psîkolojîk û çapemeniya AKP'ê bi gotina 'PKK'ê pêvajo qedand' gelek propaganda kiribû. Ji bo bixe serê civakê ku 'PKK'ê pêvajo qedandiye' gelekî hewl da. Niha derket holê ku ev hemû derew in, xapandin e! Yê ku pêvajoya çareseriyê têk bir, PKK nîne! AKP û rêveberiya TC ji xwe hê ji destpêkê ve ji pêvajoyeke bi vî rengî bawer nekiribûn û bi armanca 'Ji bo komkujiyê li PKK'ê bikim, çawa dikarim agahî û daneyan bi dest bixin' nêzîk bûn. Gelo ji hêzeke ku dema bihurî nêzîkatiyeke bi vî rengî kir, ji bo dema bê helwesteke cuda tê hêvîkirin? Eşkere ye ku nayê hêvîkirin. Wê wextê, her gotina ku hêviyê ji AKP'ê dike, derew e û xapandin e.

Ji gotinên rêveberên MÎT'ê yên hatin girtin eşkere bû ku yê komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê plan kir û bi cih anî hikumeta AKP'ê û MÎT a di bin fermana wê de ye. Halbûkî di dema bihurî de hin derdora her tim Fethûllahî weke adresa rastî nîşan dabûn. Derket holê ku ev jî dereweke din e. Di nav de Fethûllahî hebin jî, hêza sereke û bingehîn Tayyîpî ne, yanî artêşa çete ya Reîs e. Ji xwe AKP'yî û Fethûllahî hingî di zikhev de bûn. Niha jî bi awayekî zelal derket holê ku yê fermana komkujiyê da kujer Omer Guney rayedarekî MÎT'ê ye ku tevlî hevdîtinên Îmraliyê bû. Wekî din, yê ku biryara komkujiyê da û fermana 'bi cih bîne' da Tayyîp Erdogan e. Hevkarên vî sûcî jî Huseyîn Çelîk û M. Alî Şahîn in. Ji xwe nepêkan e ku li derveyî agahiya rêveberê wê saziyê Hakan Fîdan pêk bê. Derket holê ku mîna komkujiya Roboskî fermana komkujiya Parîsê jî ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hatiye dayin û ji aliyê MÎT a Hakan Fîdan ve bi cih hatiye anîn. Wê wextê kujer û yên ku divê hesab bidin eşkere ne. Ya mayî, hesabpirsîn e.

Li ser bingeha rastiyên ku KCK'ê di daxuyaniya xwe de raxist pêş çavan, divê li ser rewşa dadgerî û rêveberiya Fransayê hin tiştên nû werin gotin. Tevî ku kujer Omer Guney çar salan li girtîgeha Fransayê ma jî, ew dernexistin pêşberî dadgeriyê û cezayê sûcê kiriye lê nehate birîn. Tevî ku dihate zanîn nexweş e, di dema xwe de tedbîr nehate girtin. Li bendê man ku bimire û bi vî rengî ser bûyerê bigirin. Wekî din hewldan û plana revandina Omer Guney bi rêya MÎT'ê ji aliyê polîsê Fransayê ve dihat zanîn. Tevî vê yekê, lêpirsînek di vî warî de nehate kirin û hikumeta AKP'ê û MÎT ji vê komkujiyê berpirsyar nehate girtin. Mirin an jî kuştina kujer kirin bahane û bi vî rengî hewl dan pêvajoya dadgeriyê biqedînin. Ev yek jî nîşan dide ku di komkujiya navborî de dibe ku rêveberiya Fransa jî hevparê sûc be.

Tişta ku sebir fûrand ew e; tevî ku KCK'ê agahî û belgeyên nû yên li ser komkujiyê raxist pêş çavan, li şûna ku saziyên Fransayê dest bi lêpirsînê bike, 5'ê Çileyê berpirsyarê sereke yê komkujiyê Tayyîp Erdogan li Parîsê hate hewandin. Niha Kurd û dostên wan meraq dikin ku roja 5'ê Çileyê Serokkomarê Fransayê û Tirkiyeyê bazareke çawa kirine. Ji ber ku eşkere ye, bi vê yekê re henekê xwe bi maf, edalet û hestyariya civakî kirin. Di salvegera pêncemîn a komkujiyê de ev nêzîkatiyên rêveberiya Fransayê nîşan dide ku çima di nava pênc salan de bi ser bûyerê ve neçûye û kujer Omer Guney mehkeme nekiriye. Eşker ye ku meqamên Fransayê hevparên sûcê komkujiya navborî ne. Gelo wekî din kî bi heman rengî hevparên vî sûcî ne?

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA