Rastiya ku Cenevre-8 nîşan da: Kurd nebe çareserî jî nabe
Hebûna leşkerî û siyasî ya Kurdan a li ser rûyê erdê, projeyên hêzên ku dixwazin li Cenevreyê bêyî Kurdan çareseriyeke siyasî bikin, careke din pûç kir.
Hebûna leşkerî û siyasî ya Kurdan a li ser rûyê erdê, projeyên hêzên ku dixwazin li Cenevreyê bêyî Kurdan çareseriyeke siyasî bikin, careke din pûç kir.
Hevdîtinên Cenevre-8 ên ji bo nirxandina paşeroja Sûriyeyê roja 28'ê Mijdarê dest pê kirin, mîna hevdîtinên beriya xwe bê encam man. Di hevdîtinan de tenê rastiyek derkete holê: Li Sûriyeyê bêyî Kurdan çareseriyeke siyasî nabe.
Ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ya ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re, bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî roja 28'ê Mijdarê tûra 8. a hevdîtinên Cenevreyê dest pê kir. Hevdîtin bê encam ma. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, piştî civînên bi heyetên ku di roja dawî de tevlî hevdîtinan bû, daxuyaniyek da çapemeniyê û got, hevdîtinên Cenevre-8 neserketî qediyane. De Mîstûra careke din dubare kir ku divê Cenevre weke cihê çareseriya siyasî ya şerê naxweyî yê li Sûriyeyê bê dîtin.
DE MÎSTÛRA RASTIYA ROJAVA JI NEDÎTÎ VE HAT
De Mîstûra di beşeke daxuyaniya xwe de nexşeya aktûel a Sûriyeyê nîşan da, bal kişand ser parçebûna hêzê ya li Sûriyeyê û anî ziman ku ev rewş pêkanîna aştiyê zehmet dike. Nexşeya aktûel a Sûriyeyê ku de Mîstûra ji bo armanceke din nîşan da, di heman demê de girîngiya hêza siyasî û leşkerî ya Kurdan a li ser rûyê erdê raxist pêş çavan. Vê nexşeyê nîşan da ku hevdîtinên bêyî Kurdan wê bi ser nekevin.
'ME BI SER NEXIST'
De Mîstûra anî ziman ku di çarçoveya hevdîtinên Cenevre-8 de wan bi mûxalefetê re 11, bi heyeta rejîmê re 7 civîn li dar xistine û diyar kir ku di hevdîtinan de ew li ser 4 mijarên bingehîn ên wekî rêveberiya pêvajoya derbasbûnê, destûra bingehîn a nû, têkoşîna li dijî terorîzmê û hilbijartinan axivîne. De Mîstûra destnîşan kir ku hevdîtin bi ser neketine û got, ew difikirin ku di meha Çileyê de hevdîtinên Cenevreyê ji nû ve bidin destpêkirin.
ÇI QEWIMÎ?
Hevdîtin bi beşdariya heyeta rejîmê ya bi serokatiya Beşar Caferî û heyeta 'mûxalefetê' ya weke koma Riyadê tê zanîn ku Tirkiye, Erebîstana Siûdî û hêzên herêmî piştgiriya wê dikin, pêk hat. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra mîna hevdîtinên din, di vê hevdîtinê de jî nekarî aliyan li odeyekê li hev bicivîne. Civîn li odeyên cuda hatin kirin û de Mîstûra ji ber nêzîkatiya aliyan a li hevdîtinê gelek caran ew hişyar kir. Tevî ku de Mîstûra ji destpêka hevdîtinan ve ji aliyan xwest ku bêşert tevlî civînan bibin jî, ev yek nebû. Rejîma heyetê ku heyeta mûxalefetê samîmî nedît, ji ber serketina leşkerî ya li ser rûyê erdê li dijî van hêzan bi dest xistî, roj bi roj dixwaze hevdîtinên Cenevreyê bên dirêjkirin. Bi vî rengî hewl dide hebûna van hêzan a li ser rûyê erdê bi temamî biqede.
Heyeta mûxalefetê jî berevajî hevdîtinên heta niha kirî vê carê xwest di hevdîtinên Cenevre-8 de yekser bi heyeta rejîmê re rûnê. Heyeta mûxalefetê ku baş pê zane eger pêvajoya Cenevreyê dirêj bibe wê destê wan qels bibe, xuya ye xwestiye ku ji Cenevre-8 encamekê bi dest bixe, lê bi ser neket. Heyeta mûxalefetê ku bi şertê hikumeteke derbasbûyî ya bi bêyî Esad tevlî hevdîtinan bû, li hemberî xwe helwesteke zelal a rejîmê dît.
Yek ji xalên ku di van hevdîtinan de derketin pêş, 12 xalên li ser destûra bingehîn a nû û hilbijartinan bû ku de Mîstûra ji bo nîqaşkirinê pêşkêşî aliyan kir. Lê belê di pratîkê de ev yek nehate kirin.
RASTIYA KURDAN CENEVRE BÊ WATE KIR
Kurdên ku li Sûriyeyê xwedî hêza herî mezin a leşkerî û siyasî ye û li ser paşeroja Sûriyeyê xwedî projeyeke demokratîk e, ji bo Cenevreyê nehatin vexwendin. Bi vê yekê re di hevdîtineke din a Cenevreyê de çarenûsa gelên Sûriyeyê careke din ji berjewendiyên aliyên li dora maseyê re kirin qurban.
Dema ku mirov li encama ji hevdîtinên Cenevreyê derketiye holê dinerin, ev rastî derdikeve holê: Heta ku Kurd neyên tevlîkirin, nîqaşek li ser çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bêwate ye.
Encama ji Cenevre-8 derkete holê, rayedarên Federasyona Bakurê Sûriyeyê careke din piştrast kir. Rayedaran li ser mijarê gelek caran daxuyanî dabûn û gotibûn, "Ji hevdîtinên ku em tevlî nebin, ti encam dernakeve."