Raportorê Taybet ê Azadiya Îfade û fikirînê yê NY’ê Kaye, ji bo rêze hevdîtinan li dar bixe çû Tirkiyeyê. Kaya yê ku wê heta 18’ê Mijdarê li Stenbol, Enqere û Amedê rêze hevdîtina li dar bixe de, wê bi partiya HDP’ê ya ku rojên borî hevserokên wê û parlemterên wê hatin girtin re jî têkildarî bûyerên demên dawî hatin jiyîn wê agahiyan bigire. Kaye wê bi gelek dezgeyên mafê mirovan û bi nûnerên dezgehên civaka sivîl re hevdîtinê pêk bînin. Her wiha Kaye wê bi Wezareta Edaletê jî di nav de wê bi gelek rêveberên dewletê re hevdîtinan pêk bîne.
Kaye yê têkildarî hevdîtinan daxuyaniyek kurt da, diyar kir ku piştî hewldan darbeyê ya 15’ê Tîrmehê û şûn de bi awayekî cidî gelek caran mafê mirovan hate binpêkirin û ji beriya darbeyê û piştî darbeyê êrîşên li dijî rojmamevan û akademîseyan, her wiha zextên li dijî fikra azad a li ser mirovan gihiştiye asta herî bilind. Kaye destnîşan kir ku herî dawî raportorê taybet ê Azadiya Îfade û fikaran ê NY’yê di sala 1996’an de çûye Tirkiyeyê, wê agahiyan ku li ji herêmê girtî, bi awayê raporekê pêşkêşî Konseya Mafê Mirovan a NY’ê bike.
Kaye, her wiha wê roja Înê têkildarî hevdîtinê li Enqereyê bi endamên çapemeniyê re bê gel hev.