Rapora PE ya li ser Tirkiyeyê tê nîqaşkirin, dengdan sibê ye!

Pêşnûme biryara ku pêşniyar dike, danûstandinên Tirkiyeyê yên ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê bên rawestandin, wê îro bê nîqaşkirin, sibe jî pêşkêşî dengdanê were kirin.

Nîqaşên li Parlamenta Ewropayê, wê li Civata Giştî li pêşberî rayedarên Yekîtiya Ewropayê bên kirin. Rapor wê roja Çarşemê jî pêşkêşî dengdanê were kirin. 

Di raporê de tê ragihandin ku di serî de dagirkirina Efrînê û hilweşandina Amed-Sûrê li Kurdistanê gelek mafên mirovan bi rengekî giran hatine binpêkirin û tê gotin, divê li Kurdistanê pêvajoyeke polîtîk a pê bawer dest pê bike û çareseriyeke mayinde ya aştiyane bê dîtin.

Rapor ji aliyê Parlamentera Hollandî ya Koma Sosyal Demokrat (SD) û raportora Tirkiyeyê Katî Pîrî ve hate amadekirin. Di raporê de tê ragihandin, hikumeta Tirk bi pêkanînên xwe re êdî ne partnerek e ku danûstandin ji bo endametiyê pê re were kirin, ji ber vê yekê têkiliyên pê re divê bi fermî werin rawestandin.

Di raporê de hate ragihandin, piştî ku Efrîn hate dagirkirin Kurd ji cih û warê xwe hatin derxistin, li şûna wan penaberên Sûriyeyî yên Sûnî hatin bicihkirin.

Di dewama raporê de hate gotin, Sûr aku ji aliyê dîrok û mîrateya çandî ya Kurdan ve girîng e hatiye îmhakirin.

Her wiha hate bibîrxistin, Hevserokên Giştî yên HDP'ê, gelek parlamenter, hevşaredarên Kurd ên HDP û DBP'yî, alîkarên wan, xebatkarên şaredariyê ji wezîfeyê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin bicihkirin.

Di raporê de hate gotin, her mirovên pêwendiya xwe bi çapemeniya Kurd û meseleya Kurd re hene bi taybetî bûne hedef. Hate destnîşankirin ku ji dema rawestandina pêvajoya hevdîtinên çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd û vir ve di asteke giran de mafên mirovan tên binpêkirin.

Katî Pîrî di raporê de diyar kir, li gel van binpêkirinan, piştî referandûma Serokkomariyê ya Tİrkiyeyê dewleta hiqûqê û pîvanên demokratîk li Tirkiyeyê êdî bêkêr bûne.

Tê payin ku rapor bi piraniya dengan bê qebûlkirin.