Li gel êrîşên li dijî komên çete yên di bin navê ‘muxalîf’ û rejîmê de êrîşî sivîlan hate kirin, qetlîamên çeteyan ên li ser Taxa Şêx Meqsûd a di bin kontrola YPG’ê de jî weke sûcê şer hate nîşandan.
Li gorî rapora li bajarê Cinêv ê Swîsreyê hate weşandin, bal hate kişandina, di dema dorpêça bajarê Helebê ya ku di dawiya sala bihurî de ketî destê hêzên rejîmê sûcê mirovahiyê hatine kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku hêzên rejîmê û muxalîfan gelên sivîl ên li Rohilatê Helebê neçarî birçîbûn û teslîmgirtinê kirine, hate diyarkirin ku rejîmê nexwşexane bomberdûman kirine.
Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku êrîşa li dijî konvoya alîkariya mirovî ya NY ya li Ûrûm El Kûbrayê hêzên rejîmê berpirsyar hatiye nîşandan, her wiha agahiya ku hêzên rejîmê herî kêm 2 caran gaza klor jî bi kar aniye. Ev bûyer weke sûcê mirovahiyê ku hêzên rejîmê kiriye hate nîşandan.
CIH DA QETLÎAMÊN ÇETEYAN A LI SER TAXA ŞÊX MEQSÛDÊ
Di raporê de hate destnîşankirin ku bikaranîna bombmeyên mîsket û salkim ên ji aliyê balafirên rejîmê û Rûsyayê ve jî weke sûcê şer hate nîşandan, binî hate xetkirin ku qetlîamên çeteyên ku ji aliyê Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin jî sûcên şer in.
Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku piştî hêzên rejîmê bi temamî Heleb hate dorpêçkirin û şûnde, bomberdûmankirina Taxa Şêx Meqsûd û derdorî wê ya ku di bin kontrola hêzên YPG’ê de ‘Bi zanabûna sivîl’ hatine hedefkiririn. Êrîşên komên di bin navê muxalefetiyê de yên mîna tolhildana ji gelên sivîl ên li Taxa Şêx Meqsû d û Rojhilatê Helebê jî weke sûcê şer hate pênasekirin.
ÇETEYAN SIVÎL WEKE MERTAL BIKARTANÎ, YÊN DIREVÎ JÎ QETIL DIKIR
Di raporê de cih dide aliyên din yên sûcên şer ku çeteyan ji Rojhilatê Helebê cihên ku dibin kontrola rejîmê de taxên rojava bombebaran dikir. Di raporê de tê gotin ku çetan bi şêweyekî kêyfî sivîl bombebaran dikir. Çeteyan ji Rojhilatê Helebê rêya sivîlan a ber bi taxên rojava yên dibin kontrola rêjimê de asteng dikir, sivilên ku dixwestin bi revin jî hinek ji wan dikuştin û sivîlan weke mertal bikar danîn.
Li aliyê din di raporê de tê diyarkirin ku gelek komên dibin navê 'Mûxalif' de alîkariyên ku ji bo welatiyên sivîl dihatin desteser dikirin. Hemû alavên heyî depo (stok) dikirin û nedidan sivîlan.
Di rapora NY de, cih tê dayîan aliyek din yê sûcên şer ku dema hêzên rejîmê Rojhilatê Helebê bi temamî kontrol kir, înfazên bi tolhildanê kirine û li gorî hevpeymana ku hatî kirin sivîlên li vê herêmê bi zorê dibirin Rojavayê Heleb an jî Îdlibê.
Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a NY a Sûriyeyê ku di Tebaxa 2011'an de hat avakirin. Rapor ji aliyê Dîplomatê Brezîlî Paulo Sergîo Pînherîo, Dozgerê Dadgeriya Cezayê ya Navnetewî yê berê Carla Del Ponte û Dîplomatê Emrîkî Karan Koning Ebu Zeyd ve hatiye îmzekirin. Di rapora komîsyonê de tê diyarkirin ku tiştên ku li Heleb û derdora wê qewimîne ku bi sedan kesên ku jiyankirine hhevdîtin pêre hatine kirin.