Ferhat Atilgan (26) li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 20’ê Çileyê de ji bo îfadeyê bide çû Edliyeya Geverê. Dozger wî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Piştî Atilgan ev bihîst hatibû gotin ku ji qata sêyemîn a edliyeyê xwe avêtiye û xwe kuştiye. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Colemêrgê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Colemêrgê têkildarî mirina bi guman a Atilgan raporek amade kirin û bi raya giştî re parve kirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku divê bûyer were ronîkirin û hate gotin ku rewşa heyî ya darazê welatiyan ber bi tiştê nebaş ve dibe û ev yek baweriya welatiyan a edaletê kêm dike. Di raporê de hat diyarkirin ku rêgezên mafê darizandina adilane û ewlehiya kes, rêgezên jêveneger ên pergala civakî ya adilane ye. Di raporê de hat gotin ku divê ji nêrînek ewlekariyê bêtir bi nêrînek azadîxwaz nêzî kesan bibin da ku ewlekariya hiqûqê bê parastin.
Di raporê de hat diyarkirin ku dozgeriyê li dijî hiqûqê delîl berhev kiriye û di encama bûyera qewimiye de tu saziyek fermî têkildarî bûyerê tu daxuyaniyek zelal nedaye û bûyer di çavê civakê de nehatiye ronîkirin.