Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfaza Ceza de (CÎSST) gilî û gazinên ku di navbera 29'ê Nîsanê û 12'ê Gulanê de li xeta wan a şêwirmendiye hatin kirin, veguherand raporekê.
Di raporê de hate ragihandin ku li 72 girtîgehan mafên mirovan hatine binpêkirin.
AGAHIYÊN JI GIRTIYAN HATIN
Di raporê de li ser rewşa li girtîgehan ev agahî hatin parvekirin:
"* Li hin girtîgehan derman tenê li derveyî girtîgehê hatiye reşandin, qadên hevpar ên ku girtî bi kar tînin nehatine dermankirin.
* Li gelek girtîgehan ji ber ku bi rêk û pêk paqijî nayê kirin girtî li gorî derfetên xwe qadên hevpar paqij dikin an jî koxûşên xwe paqij dikin.
* Tevî ku hin koxûş nayên dezenfekte kirin jî bi nûnerên koxûşan kaxiz tê îmzekirin ku tê de tê gotin ku hatiye dezenftekirin.
* Li Hin girtîgehan gardiyan li gorî mesafeya civakî tevnagerin.
* Li hin girtîgehan xwaringeh bi têrkerî nayê paqijkirin.
* Li hin girtîgehan rêveberî sabûn û ava paqijiyê li koxûşan belav dikin, lê li hin girtîgehan sabûn bêpere nayê belavkirin.
* Li hin girtîgehan ji bo maskeyan pere tê xwestin.
* Malzemeyên paqijiyê bêpere nayên dayin, girtiyên ku rewşa wan a madî baş be dikarin peyda bikin.
* Av timî tê birîn, ava germ jî kêm û di demên diyarkirî de tê dayin.
* Li hin girtîgehan bi gumana ku dibe ku vîrûs di nav de hebe anîna zebzeyan hatiye qedexekirin, bi pereyan jî xwarin nikare bê peydakirin.
* Bi meha Remezanê re ji bilî sihorê û fitarê xwarinê nadin girtiyan, ji bo girtiyên rojiyê digirin jî xwarineke têrker nayê dayin.
* Girtiyên nexweş ên nikarin jiyana xwe bi tena serê xwe dewam bikin, ji ber ku di vegera nexweşxaneyê de 14 rojan dixin karantînayê, naxwazin biçin nexweşxaneyê
* Li hin girtîgehan zexta psîkolojîk û fîzîkî ya li girtiyan zêde bûye.
* Li hin girtîgehan destûr ji girtiyan re nayê dayin ku nameyan û daxwaznameyan binivîsînin, name û rojnameyên ji derve tên nadin girtiyan."