Rapora êrîşên li ser goristanan ya li Erdîşê: Dozger ferman daye

Baroya Wanê, OHD û ÎHD rapora derbarê êrîşên li ser goristanan ya li Erdîşê eşkere kir. Di raporê de hatiye diyarkirin ku goristan bi fermana dozger hatiye xirab kirin.

Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Wanê, Şaxa Saziya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Saziya Mafê Mirovan (ÎHD) rapora derbarê êrîşa li ser goristanan ya ku di meha Nîsanê li Erdîşê pêkhatibû eşkere kir. Şandeya ku ji parêzer û çalakvanên mafê mirovan pêkhatibû di rapora ku di 28’ê Gulanê de di encama ziyareta çendîn goristanan û lêkolînên kirî de amadekiribûn, qala hevdîtinê bi malbatan jî hatiye kirin.

Piştî hevdîtinên bi malbata Huseyîn Bozan, Zeynel Abîdîn Çagan, Mehmet Vefa Kara, Ayşan Kara û Abdulbarî Edemen hate gotin: “Li taxên Şarbazar (Şehrîpazar), Panî (Taşliçay) û Soskên (Keklîkova) yên girêdayî navçeya Erdîşê ya Wanê ji aliyê şandeya me de hate dîtin ku gorên/kevirê gorê kesa/ên ku navê van li jor hatiye gotin, hatine xirabkirin.”

TESBÎTÊN HATINE KIRIN

Di raporê de cih bal hatiye kişandina ser van mijaran:

Li gorî gotinên xizmên kesên mirî hate tespîtkirin ku bi giştî personelên leşkerî yên ji bo texrîbkirina goran hatibûn, li hemberî malbatan nêzîkatiyên weke zext, xistina nava zehmetiyê û gef raber kirine. (Gotinên wek eger goristan werin temîrkirin wê dubare bişkînin, tevî ku xwasteka ango navên goran ji aliyê malbatan ve wê were sererastkirin/guhertin jî lê qebûl nekirine, her wiha gotine tevî ku dikare bibe mijara lêpirsîna edlî lê wê nebe sûç û hwd).

*Hatiye tespîtkirin ku hêzên leşkerî yên dewletê bi awayekî dijî nirxên mirovî û bêyî hincetê hiqûqî, malbat cezakirine (navên goristanan perçekirin, cihê xwendina Quranê perçekirin).

*Îdîakirina ango ji ber sembol û gotinên li ser kevirê goran heye tê wateya sûcê propagandeya rêxistinê kirin, bi wan hincetan xizmên miriyan xistine lêpirsînê û tevî binpêkirina mafê dadgehîbûyîna adilane dadgehkirina wan û di encama wan de sabît bûye sûcên ku hatine belgekirin, di aliyê hiqûqî ve ji serî heya binî dixe korerê.

*Xirabkirina goran, gotinên ku di dema xirabkirinê de hatine bikaranîn, nêzîkatiyên li hemberî malbatan, sucê “heqareta li hemberî bîranîna miriyan” ku li gorî Zagona Cezayê ya Tirk di bin sernavê sûcên li dijî rûmetê de hatiye, tîne rojevê.

*Li gorî pransîbên gerdûnî û yasayên hiqûqî yên netewî û navnetewî dema yek bimire sûcên wî/ê tên betalkirin. Doza derbarê kesê/a mirî demildest disekîne. Bi qasî tê zanîn ti standartek ji bo mijarên wek sembol ên ji bo goristanan tên bikaranîn, helbest û zimanê ku ji bo nivîsa li ser kevirên goran tê bikaranîn nehatiye diyarkirin. Bi qasî ku hestên menevî yê civakî neêşîne serbestbûna xwe heye. Li ser gelek goran nivîs û helbestên bi alfeba û zimanên cuda hatinî nivîsandin hene; di hindek goran de sembol û heykel hene, heta di nava şêniyê de mîrateya ango tiştên ku dema ev kes dijiya û civakê nedikarî wê demê ji bo wê bêje, dema dimire li ser kevirê gora wî/ê dinivîsin, heye. Di nava ewqasî rengarengiyê de, ziman, sembol û gotinên ku li ser gor û goristanên taxên me diyarkiribû yên navçeya Erdîş a Wanê çawa dibe ku di meha Nîsanê ya 2020’an weke mijarekî ya ewlekariyê tê nirxandin û texrîb/mudaxele li ser tê kirin. Ev yek wek mjarekî ku hewceyî îzahê ye derdikeve pêşberî me.

Tevî ku rewşa awarte (OHAL) hatiye rakirin jî weke pêvajoya Rewşa Awarte her kes dizane ku Komara Tirkiyê ku aliyekî peymana navnetewî ya têde û her wiha di destûra bingehîn û yasayên din de jî mafên hatinî naskirin divê werin pêkanîn, Komara Tirkiyê bi awayekî ber biçav ew yek daye kêlekê. Çawa ku goristan dikeve qada jiyana taybet û di teserûfa malbat/xizmên miriyan de ye, mudaxeleya bê kirin divê li gorî çarçoveya peymanên navnetewî yên bi xwe jî aliyekê wê ye û yasayan pêk bê, ji bilî wê her cûre mudaxele binpêkirina maf e û dijî zagonane. Ew yek ji bo her cûre îzahan hincetê ava dike. Her wiha şandeya me tespîtkiriye ku pêwîste hevdîtin û serlêdanên bi bandor yên derbarê astengkirina binpêkirina mafan û mudaxeleyên fîzîkî yên li ser goristanên ayîdê miriyên ku endamên malbatên li taxên Şehrîpazar, Taşliçay û Keklîkova yên girêdayî navçeya Erdîş a Wanê dijîn bên pêşxistin.