Rapora çekên ku Swîsreyê firotine Tirkiyeyê hate eşkerekirin

Swîsre 2017’an bi bihayê 650 hezar frankî malzemeyên şer firotine Tirkiyeyê, ku Tirkiye li dijî Kurdan hiqûqa navdewletî jî binpê dike û komkujiyê li ser Kurdan dike.

Sekreteryaya Dewletê ya ji Aboriyê Berpirs a Swîsreyê (SECO) rapora firotina malzemeyên şer a 2017’an ragihand. Li gorî raporê di navbera 1’ê Çile 2017’an û 31’ê Kanûna 2017’an de Swîsreyê bi bihayê 446 milyon û 813 hezar û 934 frankî malzmeyên şer firotine 64 welatan. Li gorî rapora SECO’yê Swîsreyê, li gorî rapora sala beriya wê 8 ji 100’î zêdetir çek firotine û malzemeyên şer dane Sûriyê û Yemenê jî ku şerê navxwe lê hene.

HERÎ PIR VÊ SALA DAWÎ GELEK MALZEME FIROTIN TIRKIYÊ

Swîsre ku 2004’an bi hikûmeta AKP’ê re peymana bazirganiyê danî, ji 2005’an ve dîsa çek firotin Tirkiyê û 2017’an bi bihayê 650 hezar frankî malzemeyên şer firotin. Swîsre ku 2015’an bi bihayê 137 hezarî, 2016’an bi bihayê 47 hezar frankî çek firotiî Tirkiyê 2017’an ev bû 650 hezar frank û ev zêdebûna balê dikişîne ser xwe.

Ji ber şerê ku li Kurdistanê dikir Swîsre ku ji 1992’an heta bi 2004’an malzemeyên çekan nedifrot Tirkiyê, piştî peymana bazirganiyê ya 2004’an bi AKP’ê re di navbera salên 2005-2015’an de bi bihayê 28 milyon frankî malzemeyên çekan firotine Tirkiyê.

Di raporê de her wiha tê gotin li gel ku Tirkiyê tifinga otomatîk xwestiye jî ev daxwaz nehatiye bicihanîn. SECO pêkneanîna vê daxwazê jî bi yasaya Federal a Swîsreyê re şîrove dike ku di xala yasayê de dibêje, ‘’Heke welatê ku mirov çekan difiroşiyê mafê mirovan tim binpê bike mirov dikare malzemeyên çekan nefiroşe vî welatî an jî mirov dikare sînordar bike.’’

YASAYA FEDERAL QEDEXE DIKE LÊ..

Destûra Federal a Swîsreyê li ser hilberandina malzemeyên şer û firotina wan çawçowe diyar kiriye. Li gorî Destûra Federal malzemeyên şer ên ku li Swîsre têne hilberandin hem li Swîsreyê û hem li derveyî welat li dijî sivîlan nikarin werin bikaranîn. Her wiha welatekî ku ji Swîsreyê malzeme standî nikare wan malzemeyan bişîne welatekî dî an jî li dijî welatekî bi kar bîne. Her wiha dîsa li gorî Destûra Federal qedexe ye ku mirov çekan bifiroşe wî welatê ku tim mafê mirovan binpe dike û aştiyê têk dide. Ji bo vê jî Swîsre her sal li ser wan welatên ku malzemeyên çek difiroşe wan lêkolîn dike, raporê girêdide bê ka çek ji bo çi têne bikaranîn û li gorî vê raporê jî malzemeyên çekan difiroşe.

SWÎSRE DIBE HEVKARÊ KOMUJIYÊN DIJÎ KURDAN

Di serî de rapora Mafê Mirovan û yên saziyên mafê mirovan ên li ser Tirkiyê ku li dijî sivîlan şer dike Swîsre 2017’an bi rêjeyeke bilind çek firotine Tirkiyê ev jî ji hêlekê ve tê maneya ku dewleta Tirk dibe hevkarê sûcê dewleta Tirk. Bi taybeyî heke mirov komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê li dijî sivîlan dike li gorî Destûra Federal a Swîsreyê bifikire divê Swîsre bi lezgînî firotina malzemeyên çekan ên ji bo Tirkiyê qedexe bike.’’

SWÎSREYÊ FIROTINA ÇEKAN A LI VAN WELATAN QEDEXE KIRIYE

Swîsre car caran li gorî xalên Destûra Federal firotina çekan li hin welatan qedexe dike. Welatên ku niha qedexe ye Swîsre çekan bifiroşe wan ev in:

Erître, Iraq, Îran, Yemen, Lubnan, Lîbya, Myannar, Komara Demokratîk a Kongoyê, Koreya Bakur, Komara Efrîkaya Navîn, Sûdana Başûr, Somalî, Sûdan, Sûriye û Zîmbabve.