Rapora binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan a girtîgehan a meha Adarê aşkera kir.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan a girtîgehan a meha Adarê aşkera kir. Di raporê de hate diyarkirin ku li hemberî girtiyên nexweş 31, mafê ragihandin û çapemeniyê 9 binpêkirinên mafan hatin jiyîn.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê rapora têkildarî binpêkirinên mafê mirovan ên meha Adarê bi civînekî çapemeniyê aşkera kir. Rapor ji aliyê Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mîne Nazarî ve hat xwendin. Nazarî diyar kir ku Tirkiye bi zagon û pêkanînên di demên OHAL'ê de tê rêvebirin. Nazarî anî ziman ku şîdet, zext, binçavkirin û girtin her diçe zêde dibin. Nazarî da zanîn ku piştî "Paketa Ewlekariya Hundir" niha jî "Pêşnûmeya Zagonên Xizmetên Ewlekariya Girtîgehan" derdixin û wiha got: "Eger ev zagonê bê êrêkirin wê li girtîgehan komkujiyên nû çêbikin û zext û tecrîd û îşkence wê hêj zêde bibin."

Nazarî binpêkirinên mafan ên di meha Adarê de rêz kirin û da zanîn ku di meha Adarê de 31 caran mafê girtiyên nexweş ên tendûrstiyê hatin astengkirin. Nazarî bilêv kir ku li girtîgehan zextên girtiyên nexweş bi kelepçeyî bên dermankirin pêk hatin. Nazarî destnîşan kir ku li gel girtiyên nexweş ên nikarin bi tena serê xwe bimînin re raporên dikarin di girtîgehê de bimîne didin û sewqên girtiyên nexweş ji aliyê rêveberiyên girtîgehan ve tên astengkirin.

JI GIRTIYÊN DIRÛŞMEYA KOBANÊ BERZKIRIN CEZAYÊ RAGIHANDINÊ

Nazarî diyar kir ku li girtîgehan 9 binpêkirinên mafên weşan, çapemenî û ragihandinê hatin jiyîn û girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Meletî ji ber dirûşmeya Kobanê berz kirin cezayê dîsîplînê yê ragihandinê girtin, girtiyê bin navê Kenan Avci yê li 2. Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dimîne nivîsa ji bo Azadiya Welat şandî bi hinceta "bi firkar e" hate desteserkirin. Nazarî anî ziman ku li 2. Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê nameya girtiyê bi navê Saît Demîr a Dimilkî bi hinceta "tercuman tine ye" nedanê. Nazarî da zanîn li heman girtîgehê roja Newrozê dema peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate xwendin weşanên televîzyonan hatine qutkirin.

LI GIRTÎGEHA TÎPA F YA WANÊ CEZAYÊN KÊFÎ YÊN HUCREYÊ

Nazarî got ku di meha Adarê 3 jê girtî bi tevahî kesan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku mafên girtiyan tê binpêkirin, girtî tên tên tecrîdkirin, girtiyên siyasî yên girtîgehê her mehê herî kêm 10 roj bi cezayê hucreyê tên cezakirin. Li gel vê yekê girtiyê bi navê Tarik Mercan ê li li girtîgeha Tîpa T a Bafrayê divê di 26'ê Çileyê de serbest bihat berdan lê cezayê dîsîplînê hat nîşandan tehlieyêya wî taloqî 17'ê Nîsanê hat kirin.

'DAIŞ EM IN EM Ê WE TINE BIKIN'

Nazarî diyar kir ku di girtîgehan de zext û îşkence berdewam dikin û ev pêkanîn di meha Adarê de zêdetir bûne. Nazarî anî ziman ku girtiyên siyasî yên li 7. Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê dimînin 2 meh in bi awayekî kêfî 24 seatan tên şopandin û li hucreyên 3 kesî de tên girtin. Nazarî bilêv kir ku girtiyên ji Girtîgeha Îmraliyê anîn di bin zextan de tên girtin. Nazarî destnîşan kir ku girtiyên zarok ên di 10'ê Adarê de ji Girtîgeha Tîpa M a Wanê sewqî Sîncanê hatin kirin rastî îşkenceyan hatin û zarokan ji wan re wiha gotiye; "Girtiyên edlî heqaretan li me dikin, kevir û kursiyan diavêjin koxuşên me. Dema em li hemberî vê yêkê derketin Tîma A ya ji 50 gardiyanan pêk tê bi dar û ço li wan da. Ji me re gotin, 'Demek li girtîgehê propagandeya DAIŞ'ê tê kirin. DAIŞ'a herî mezin em in û em ê we tine bikin.' Di bedena me hemûyan de reşî şînî hene. Piştre em avêtin hucreyan û sirgûn kirin."

Nazarî da zanîn ku di meha Adarê de di dema sewqan de 14 binpêkirinên mafan hatin jiyîn û 5 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M a Ermenekê ji bo şertên girtîgehê bên sererastkirin di 30'ê Adarê çalakiya grevê dan destpêkirin.