Rapor: Li Girtîgeha Panosê êşkence li girtiyên jin hate kirin
Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê rapor amade kirin û diyar kirin ku êşkence li du girtiyên jin hatiye kirin.
Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê rapor amade kirin û diyar kirin ku êşkence li du girtiyên jin hatiye kirin.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) û Baroya Wanê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L’yê raporek amade kirin. Rêveberên saziyan ji bo eşkerekirina raporê civîn li avahiya baroyê li dar xistin.
Hevseroka OHD’a Wanê Mehtap Îşîk rapor xwend û destnîşan kir ku di çarçoveya raporê de bi Lale Kabîşen û Nazlican Barişer ên li Girtîgeha Panosê girtî ne re hevdîtin kirin e.
Îşîk tespîtên di raporê de cih girtine xwend û destnîşan kir ku nêzî 40 leşker û gardiyanan êrişî jinan kirin e û êşkence li wan kirin e. Îşik da zanîn ku her du jinên girtî bi “benê berazan” 4 saetan li odeya sekinandinê hatine hiştin. Îşîk diyar kir ku her du jinên girtî gotine ku midûrên girtîgehê li ser serê wan sekinîne û midûrê yekemîn ê girtîgehê gefa kuştinê li girtiyan xwariye û muameleya xerab li ser wan pêk anîne.
Îşîk anî ziman ku leşker û gardiyanan bi porê girtiyên jin girtine û wan ji paş ve kelemçe kirine û birine li wesayîta rîngê siwar kirine û sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Îşîk da zanîn ku girtiyên zilam ji bo protestokirina îşkenceya li ser her du jinên girtî şermezar bikin çalakiya protestoyê li dar xistine û girtîgehê der barê hemû girtiyên zilam de lêpirsîna dîsiplînê daye destpêkirin.
Îşîk destnîşan kir ku dema hevdîtin bi girtiyên jin re hatiye kirin hê jî şopa êşkenceyê li ser laşê wan bûye û divê derbarê berpirsiyaran de bi lez û bez û bi awayek bandor lêpirsîn bê destpêkirin. Îşîk anî ziman ku êşkence sûcê li dijî miorvahiyê ye û xwest demildest faîl bên cezakirin.
Îşîk da zanîn ku jiyana jinên girtî di bin xetereyê de ye û xwest êşkence bi dawî bibe.