QSD'ê encama êrîşên dagirkeran ên piştî agirbestê ragihand -NÛ BÛ

QSD'ê encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên piştî ragihandina 'agirbestê' eşkere kir. Li gorî vê yekê, di encama bersiva şervanên QSD'ê de 18 dagirker hatin kuştin. Di şer de 17 şervan şehîd bûn.

QSD'ê encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên piştî ragihandina 'lihevkirina agirbestê' ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

"Tevî biryara agirbestê jî artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe li seranserê xeta sînor ne rawestandin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de cîh bi cîh bersiv dan van êrîşan.

SERÊKANIYÊ

Piştî ragihandina biryara agirbestê jî artêşa dagirker a Tirk hewl da bi seyareyên zirxî pêş de were û hinek taxan dagir bike. Di her hewldanên wan de hêzên me di çarçoveya parastinê de bersiv dan. Di encam de 3 panzer hatin derbkirin. Di şer de herî kêm 13 çete hatin kuştin û 3 jî brîndar bûn. Li gundê Zirgan, artêşa dagirker xwest pêş bikeve û êrîş bir ser gund. Komên çete bi alîkariya êrîşên hewayî û topan xwestin gund bigirin. Hêzên me bi heman awayî bersiv dan êrîşan û di encam de li herêmê şerek giran qewimî. Di şer de, di encama êrîşên hewayî de 12 hevalên me û welatiyek sîvîl şehîd ketin, 12 hevalên me brîndar bûn. Herwiha li gundên Menacir û Aliya jî di encama êrîşên komên çete de pevçûn qewimîn.

QAMIŞLO

Artêşa dagirker duh êvarê bajarê Qamişlo da ber top û tangan. Di encama êrîşan de hevalek me şehîd ket û 4 hevalên me brîndar bûn. Piştî êrîşê hêzên me bersiv dan çavkaniya êrîşê ya li baregeha Sêgirka. Di encama bersiva hêzên me de baregeh hat derbkirin, depoya cebilxane hat teqandin û hejmarek ji çete û leşkeran hatin kuştin.

KOBANÊ

Artêşa dagirker û komên çete di seetên êvarê de xwestin bi awayek veşartî bi seyareyên zirxî xwe nêxî çeperên şervanên me bikin. Li ser bersivdana hêzên me, seyareyek wan hate teqandin û gelek ji çeteyan hatin kuştin. Piştî bersivdanê komên çete cenazeyên xwe revandin û ji herêmê vekişiyan. Herwiha enqaza seyareyek BNB ku hêzên me beriya 2 rojan li herêma Şêrgiradê rûxandibûn hate dîtin. Di vê çalakiyê de jî hate zelalkirin ku 5 çete hatine kuştin.

Bi giştî di encama şer û berxwedanê de herî kêm 18 leşker û çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, hejmarek zêde jî brîndar bûn.

17 hevalên me di vê berxwedanê de bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 25 hevalên me brîndar bûn.

Piştî biryara agirbestê hêzên me li hemû qadên şer derbasî rewşa parastinê bûne û tu çalakî pêk ne anîne. Hemû pevçûnên ku qewimîn weke encama bersivdana hêzên me li dijî êrîşan pêş ketiye."