Qirkirina siyasî li pêşiya edliyeyê hate şermezarkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî ESP'ê li pêşiya Edliyeya Stenbolê hatin protestokirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî ESP'ê li pêşiya Edliyeya Stenbolê hatin protestokirin.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû û 14 rêveber û endamên ESP'ê, ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, îfadeya wan a li emniyetê bi dawî bû.
Tê payin ku ESP'yiyên destgîrkirî bibin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Endamên ESP'ê li pêşiya edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û qirkirina siyasî şermezar kirin.
Endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê jî di nav de gelek kes di dema daxuyaniyê de amade bûn.