Qirkirina siyasî didome: Li 6 navendan girtin û binçavkirin
Operasyonên AKP'ê yên qirkirina siyasî dewam dikin. Li Amed, Antalya, Wan, Qers, Colemêrg û Elezîzê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Operasyonên AKP'ê yên qirkirina siyasî dewam dikin. Li Amed, Antalya, Wan, Qers, Colemêrg û Elezîzê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Di çarçoveya polîtîkayên şer ên bi fermana AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de ketin meriyetê, operasyonên qirkirina siyasî didomin.
AMED
Li navçeya Amed Farqînê, polîtîkayên rewşa awarte di roja 4. de ye. Tevî êrîşên bi çekên rastî, operasyonên binçavkirinê destpê kirin.
Tîmên taybet li taxa Ferîdûnê bi ser mala Yaman de girtin û bi lêdanê Ahmet Solmaz ê 17 salî, xwişka wî Kader Yaman, zavê wan Muzaffer Yaman binçav kirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Ahmet Solmaz bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hatiye binçavkirin û tîmên taybet alavên malê tarûmar kirin. Bi binçavkirina 3 welatiyan re zarokê herî biçûk ê 4 salî û yê herî mezin 15 salî bi tevahî 6 zarok li malê bi tena serê xwe man.
Hat ragihandin ku xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Faysal Aksû bi lêdanê ji hêla tîmên taybet ve hatiye binaçvkirin. Polîs bêyî ku Aksû bibin nexweşxaneyê ew birin Edliyeya Amedê.
Hat zanîn ku heta niha gelek welatî hatine binçavkirin û welatiyên ku navê wan tê zanîn ev in: "Mûstafa Dûrak, Hayrettin Ozturk, Îlhan Ozturk, Kerem Yilmaz, Omer Yilmaz, Faysal Aksû, Omer Binen, Fahdettin Binen, Sakine Binen, Medine Binen, Şehmus Meşe, Ahmet Yilmaz, Riza Kirtay, Necat Yuzkan, Kader Yaman, Muzaffer Yaman, Ahmet Solmaz, Kerem Ozer."
ANTALYA
Li navçeyên Mûratpaşa û Kepez ên Antalyayê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên hemwext de hate hinbûn ku xwendekar jî hatine binçavkirin û kesên hatine binçavkirin piştî kontrolên tenduristiyê birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Çalliyê.
WAN
Li Wanê duh danê êvarê endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Yasîn Yilmaz, Ergîn Arşîv, Hevseroka DBP'ê ya Îpekyolû Şengul Bozkûrt, aktîvîsta KJA'yê Ayşegul Abukan û mamosteya Mala Piştgiriya Perwerdeyê Gulîzar Kirdag hatin binçavkirin. Der barê sedema binçavkirinan de agahî nehat wergirtin û 5 kesên piştî kontrola tenduristiyê şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Hate hînbûn ku parêzerên ku çûn, nehiştin bi siyasetmedarên kurd re hevdîtinê pêk bînin.
QERS
Li navçeya Qaqizmanê ya Qersê di 3'ê Cotmehê de, di serdegirtina malan de 11 kes hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê welatiyê bi navê Kasim û Ramazan Dag serbest hatin berdan û kesên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Rêveberên DBP'ê yên navçeyê Yaşar Ozlu, Hanîfî Boztaş û Azad Nîmet Dogan û xebatkarên DBP'ê Zulkuf Yildirim, Savaş Yildirim, Ehram Karabûlût, Tanjû Tûran, Hakan Kan û Emîn Dag bi îdîayên "Ji rêxistinê re endama dan qezenckirin" û "endamên rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Qersê.
COLEMÊRG
Li navçeya Colemêrg Geverê 4 kesên ji gundên Geliyê Doskî vegeriyan û ji aliyê leşkerên Qereqola Sînava ve hatin binçavkirin piştî îfadeyan sewqî Edliyeya Geverê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê 2 kes serbest hatin berdan û Abdulkadîr Albayra û Mehmet Salih Guner jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Albayrak û Guner bi hinceta cezayên wan ên berê hatine erêkirin hatin girtin û şandin Girtîgeha Colemêrgê.
ELEZÎZ
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mûstafa Yazikonak serê sibehê ji bo xebatên hilbijartinê ji Elezîzê diçû Depê, li bajaroka Yazikonakê ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin. Haskiran ê ku birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Elezîzê hate îdiakirin ku bi îdiaya der barê wî de "îxbar" heye hatiye binçavkirin.