Qirkirina siyasî: 5 kes hatin girtin
Li Şirnexê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, ji 23 kesên binçavkirî 5 kes hatin girtin.
Li Şirnexê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, ji 23 kesên binçavkirî 5 kes hatin girtin.
Di serdegirtinên ku 26’ê Mijdarê li Şirnex û navçeyên wê Cizîr û Hezexê hatine kirin de, zarok jî di nav de 23 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hate destpêkirin, 23 kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê. 23 kesên ku îfadeyên wan ên li emniyetê qediyan, birin edliyeyê.
Ji 23 kesan 18 kes hatin berdan û 5 kes jî bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê, sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgehê derbarê 5 kesan, biryara girtinê da û şand Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê.