Qirkirina ekolojiya Kurdistanê

Dewleta Tirk ji sala 1955'an ve li Kurdistanê polîtîkaya eko-qirkirinê dimeşîne. Heta niha bi hezaran hektar qadên daristanî, çêrgeh û zevî hatine talankirin û bi bendan weke çekeke leşkerî û polîtîk tê bikaranîn.

Dewleta Tirk di şerê xwe de ku zêdeyî 40 sal in didome, di heman demê de xwezaya Kurdistanê jî talan dike.  Şewat, bendav û talankirina xwezayê berhemên polîtîkayeke yegirtî ne. Ev yek ji destpêkirina avabûna Komara Tirkiyeyê û vir ve bi rêk û pêk tê pêkanîn.

ŞEWATÊ JI SALA 2015'AN Û PÊ VE JI NÛ VE DEST PÊ KIR

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Komîsyona Ekolojiyê ya KCD'ê raporek amade kirin û bal kişandin ser wê yekê ku piştî 'pêvajoya diyalogê' bi destpêkirina şer re ji sal a2015'an û pê ve şewatê jî ji nû ve dest pê kir. Di raporê de ji bo vê rewşê wiha hate gotin: "Agahiya destpêkê ya li ser şewatê ji qada daristanî ya navbera gundên Herbol û Sîlîbê hat. Şêniyên ji Silopiya û derdora wê bi hewldana çar rojan karîbû şewatê vemirînin. Lê belê qadeke berfireh a daristanî, bexçeyên şêniyên herêmê şewitîn. Piştî herêma Cûdî li herêmên Bagok, Stewr û Şemrexê yên Mêrdînê, li navenda Licê, Deşta Fîsê, Hezro, Farqîn, Pasûrê yên Amedê, li Dersim, Bedlîs, Meletî û Çewlikê şewat çêbûn. Ti ji van di çapemeniyê de cih negirt. Şêniyên herêmê bi bîdonan şewat vemirandin."

Li gorî pêşnûme pirsa parlamenterê wê demê yê BDP'î Hamît Geylanî, di navbera salên 1990'î û 2008'an de 300 carî şewata daristanan rû da û 9100 hektar zerar dît.

Li gorî bersiva ji heman pêşnûmeyê re hate dayin, di sala 2010'an de 5 hezar û 649 hektarî zerar dît. Sala 2015'an di navbera mehên Tîrmeh û Îlonê de 15 caran li Dersimê şewatê rû da ku piraniya wan jî li qadên daristanî yên mayinkirî rû da.

YÊN KU DI NAVA MEHEKÊ DE HATIN TESPÎTKIRIN

Di dema AKP'ê de qirkirina ekolojiyê ji Derya Reş heta Egeyê bi armanca rantê hate kirin, lê li Kurdistanê polîtîkaya qirkirina ekolojiyê û şewatê bi mejiyê dewleta Tirk ê AKP'ê didomê. Ji hefteya dawî ya meha dawî heta 1'ê Tîrmehê li gorî daneyên ku li ANF'ê hatin weşandin, şewatên rû dan wiha ne:

* 23'ê Hezîranê: Saet di navbera 21:30 û 23:30'î de helîkopterê êrişê bombardûman li Xantûrê kir. Ji ber bombardûmanê şewat li qadê derket.

* 23'ê Hezîranê: Li quntara Çiyayê Cûdî yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê, şewata ku bi destê leşkeran hate derxistin dewam dike.

* Daxuyaniya 28'ê Hezîranê ya HPG'ê: Artêşa Tirk li qada Sîda ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardûman kir. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat, lê belê agir bi herêmê ket.

* 30'ê Hezîranê: Li navçeya Basayê şewata ku ji ber gulereşandina ji Qereqola Akdîzgînê rû da, li bejahiya gundê Yenîdemîr ê çiyayê Gabarê dest pê kir.

* 1'ê Tîrmehê: Artêşa Tirk a dagirker agir berda daristana li taxa Barînê ya navçeya Pasûrê ya Amedê.

Dewleta Tirk ne tenê li Bakur, her wiha li Başûr û Rojava jî polîtîkaya qirkirina ekolojiyê didomîne.

ROJAVA BÊAV Û BÊCEYRAN E

Qirkirina ekolojiyê jî tenê bi şewatê nayê kirin. Bendav bi taybetî di şerê dijî gerîla de bû amûreke girîng. Armanceke din a bendavên li ser çemên Firat û Dîcleyê hatin çêkirin, aliyê din ê sînor e. Di vê pêvajoyê de ku bi GAP'ê re dest pê kir û heta niha didome, li ser Çemê Firatê 5 bendavên mezin hene. Hêjayî bi bîrxistinê ye, li dirêjtirîn çemê dinyayê li ser Nîlê tenê Bendava Asvanê heye ku Misrê çêkiriye.

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed 1'ê Tîrmeha 2020'an li ser Twîtterê dîmenk parve kir û tê de tê dîtin bê bendavên li ser Çemê Firatê hatine çêkirin li Sûriyeyê çawa dibe sedema ziwatiyê. Rêveberiya Tişrînê jî di heman demê da daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber Tirkiyeyê bend daniye ber avê, neçar mane ku dema belavkirina elektrîkê ya li Rojava kêm bikin.

BENDAVÊN JI BO 'EWLEKARIYÊ'

Hikumeta Tirk her wiha weke amûreke leşkerî û polîtîk li seranserê bajarên li sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê bendav çêkiriye. Bendav bi giranî li sê herêman hatine çêkirin. Piştî rapora rexnekirinê ya TMMOB'ê ya sala 2009'an û zexta civakî, 7 ji van bendavan di sala 2012'an de ji statuya 'bendava ewlekariyê' hatin derxistin û weke santrala hîdro-elektrîk (HES) hatin pênasekirin. Tenê ji ber çêkirina Bendava Ilisûyê hezar gund hatin valakirin û gel neçar hate hiştin ku koç bike.

Sibe: Ercan Ayboga qala qirkirina ekolojiyê û ziwakirina Mezopotamyayê dike. Bandora vê yekê ya li ser Tirkiyeyê vedibêje.