Qeyûmê AKP’yî, malbata xwe tev xiste di karê şaredariyê de

Li Farqînê Îbrahîm Îçgîl weke serokwekîlê qeyûm ji bo şaredariyê hate wezîfedarkirin, birayê xwe û hevjîna xwe kire mudurên yekîneyên xwe.

Piştî qeyûm ji bo Şaredariya Farqînê ya DBP'ê hat wezîfedarkirin, dest bi guhertina personelan kir. Qeyûm piştî hat wezîfedarkirin, kesên nêzî AKP'ê di şaredariyê de bi cih dike. Qeyûmê AKP’yî yê navê Îbrahîm Îçgîl ê berê serokê baskê ciwanên AKP'ê bû, kirin bekçiyê taxê, di sala 2014'an de xistin karê şaredariyê. Piştre weke wekokwekîlê şaredariyê yê Qeyûm hate wezîfedarkirin.

Îcgîl birayê xwe Îrfan Îçgil kir midûrê zabiteyan. Îçgîl bi vê yekê jî têr nebû hevjîna xwe jî kir Midûreya Jinan a Meya.