Qetlîama li Rojava, li her cihî tê şermezarkirin

Qetlîama li Rojava, li her cihî tê şermezarkirin

Qetlîama çeteyên girêdayî El Qaîdeyê yên li dijî Kurdên Til Hasil û Til Eran yên li ser navçeya Sefîr a Helebe, li navçeyên Manîsa, Muş û Qilabana Şirnexê, bi meş û daxuyaniyan hate şermezarkirin. Di çalakiyan de girseyan bal kişandin ser ambargoya navneteweyî ya li ser Rojava.

ŞIRNEX

Li Qilabanê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Ciwanan a BDP'ê hate dayîn de êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin.

MANÎSA

Li Manîsayê jî bi sedan welatî ji bo êrîşên şermezar bikin li ber rawestgeha Taxa Fevzî Çakmak hatin cem hev û heta ser Caddeya Muradiye meşek li dar xistin. Di meşê de ji bo Rojava û Ocalan slogan hatin berzkirin.

MÛŞ

Meclîsa HDK'ê ya Kopê jî bi boneya şermezarkirina qetlîaman, çalakiyek rûniştinê li dar xist kir. Li Kopê bi boneya şermezarkirina qetlîamên Rojava her roj 2 saetan çalakî tê lidarxistin.