Qetilkirina Elçî li Stûttgart û Lorîent hat protestokirin

Li bajarê Stûttgart ê Elmanya û bajarê Lorîent ê Fransayê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat protestokirin.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanya û bajarê Lorîent ê Fransayê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat protestokirin.

STUTGART

Bi armanca protestokirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî îro li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk bi sedan kes li ber Konsolosxaneya Tirk kom bûn.

Gel saet 12:00’an li hember komkujiyan li ber Kerner Strasse kom bû, bi dirûşman komkujî protesto kir. Li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk Cemal Okçûoglû daxuyanî da. Okçûoglû got: "Armanca vê komkujiyê peyama, li nîvê Kurdistanê em dikarin wê qetil bikin e. Yekane rêya rizgariya ji van komkujiyên ji Apê Mûsayan heta Vedat Aydinan dewam kir ev e ku mirov li derdora Têkoşîna Neteweya Kurd û HDP’ê bibe yek.”

Jinan ve ku destegula reş danîn ber Konsolosxaneya Tirk peyama wê hesabê komkujiyan bê pirsîn hat dayîn.

Çalakî bi dirûşman dawî bû.

Roja Duşemê jî wê parêzer bi cupeyên xwe li Stûttgartê Tahîr Elçî yê ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin bi bîr bînin.

LORÎENT

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li bajarê Lorîent ê li rojavayê Fransa jî hate protestokirin. Di festîvala Fete de L’Humanîte ya Partiya Komunîst a Fransa her sal bi awayekî kevneşop li dar dixe de qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê beşdaran û Kurdistaniyên li Lorîentê ve hate protestokirin.

Li tevahî standên Fete de L’Humanîte dowîzên qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî şermezar dikin hatin daliqandin. Kurdistaniyên tevlî festîvalê bûn jî ji standên xwe belavokên têkildarî qetilkirina Tahîr Elçî yên bi Fransî ji aliyê Konseya Demokratîk a Kurd hatibû amadekirin belav kirin. Her wiha di ketina festîvalê de wêne û dowîzên mezin ên têkildarî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hatin daliqandin.

...