Qetilkirina Elçî li Erîvanê hat şermezarkirin

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li Erîvanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li Erîvanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.

Serokê Yekîtiya Şêwra Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd û Serokê Saziya Dostaniya Kurd-Ermeniyan parlamenterê Parlamenta Ermenîstanê Aragats Akhoyan, li ofûsa Akhoyan li ser mijarê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Akhoyan di destpêka axaftina xwe de ji malbata Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, heval û hogirên wî û gelê Kurd re sersaxî xwest û da zanîn ku bi qetilkirina Elçî re dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hemberî gelan derxistiye asta herî bilind.

Akhoyan da xuyakirin ku Serokê Saziya Dostaniyan Kurd û Ermeniyan ew ji ber qetilkirina Elçî dewleta Tirk bi tundî şermezar dike û anî ziman ku gele Kurd wê xewn û xeyalên Elçî li erdê nehêle û di demeke kurt de bigihêje azadiyê.

Kinyasê Hemîd jî bi şermezarkirina dewleta Tirk dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku parêzerekî Kurd ji aliyê plîsên Tirk ve hatiye kuştin. 

Hemîd gotina 'PKK ne rêxistineke terorîst e' ya Tahîr Elçî bibîr xist û ragihand ku ji ber Elçî, aştî, azadî û demokrasî dixwest, ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qetilkirin.

Hemîd da xuyakirin ku wke Kurdên li Ermenîstanê ew kuştina Elçî weke ya Hran Dînk dibînin û bang li gelan kir ku li hemberî komkujiyên tên kirin, dengê xwe bilind bikin.

Hemîd sersaxî ji malbata Elçî û gelê Kurd re xwest û destnîşan kir ku Kurd wê têkoşîna Elçî bigihîne serî.

...