Qesra Spî ya Amerîkayê: Em piştgiriya referandûmê nakin
Qesra Spî ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Amerîka piştgiriyê nade referandûma ku Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê dixwaze pêk bîne.”
Qesra Spî ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Amerîka piştgiriyê nade referandûma ku Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê dixwaze pêk bîne.”
Piştî ku duh parlementoya Herêma Kurdistanê biryara lidarxistina referandûmê pesend kir Amerîkayê dûbare dijayetiya xwe ya ji referandûmê re ragihand û ji hikûmetê jî xwest ku bila biryara xwe ya referandûmê betal bike.
Amerîkayê ragihand ku wan gelek caran rêveberiya herêma Kurdistanê re gotiye ku referandûm wê bandoreke neyînî li têkoşîna dijî DAIŞ’ê bike û got: “Me pir caran ji rêveberiya herêma Kurdistanê re gotiye ku wê referandum bandoreke neyînî li ser hewlên têkbirina DAIŞ'ê û aramiya herêmên rewşa wan ne zelal bike. Pêkanîna referandûmê li herêmên bi pirsgirêk provakatîf e û dibe sedema ne aramiyê.”
Amerîkayê ligel betalkirina referandûmê ji hikûmeta herêmê jî xwest ku diyaloga xwe ya ligel Bexdayê xurt bikin û ragihand ku NY jî amade ye ku navbeynkariyê di navbera hikûmeta herêmê û ya Iraqê de bike.
Herî dawî di 13’ê Îlonê de Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, Brett McGûrk ligel şandeyekê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya û diyar kiribû ku ji bo referandûmê taloq bikin hindek alternatîf jê re pêşkêş kirine. Lê, Barzanî tevî hemû alternatîfan jî duh ragihand ku ew bi biryar in di 25’ê Îlonê de referandûmê li dar bixin.