Qesra Spî: Herêma tampon di rojeva me de nîne

Qesra Spî: Herêma tampon di rojeva me de nîne

Di mijara pêniyara herêma tampon de, ku Tirkiye di krîza Sûriyeyê de weke şantajê derdixîne pêş, ji Qesra Spî daxuyaniyek hat. Qesra Spî diyar kir ku herêma tampon di rojeva wan de nîne.

Tirkiyeyê nêrîna xwe ya herêma tampon ku di krîza Sûriyeyê de ev demeke dirêj e bi hedefa Rojavayê Kurdistanê dixwaze, careke din xist rojevê. Serokkomarê Fransayê François Hollande roja Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di axaftineke bi rêya telefonêy a bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re wê piştigrî daye vê pêşniyarê.

Di heman rojê de Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry, bi hempîşeyê xwe yê Îngilîz Philip Hammond re civînek çapemeniyê lidar xist û got, "Ev nêrîn heq dike ku bê lêkolînkirin."

Lê belê Berdevka Wezareta Karên Derve Jennifer Pskai Kerry sererast kir. Psaki got, "Me ti carî (nêrîna herêma tampon) li derve nehişt, lê di vê astê de li gorî me ne gengaz e."

Piştî Psaki Qesra Spî daxuyaniyek da. Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest got, "Nêrîneke ku Tirk di gelek firsendê de diavêje holê ye. Bêguman bi wan re em li ser vê axivîn. Tiştekî niha di rojevê de nîne."