Qerdiyanan xwestin zarokê girtî bifetisînin

ÎHD'ê ragihand li Amedê êrîşa fizîkî birine ser zarokê girtî F. T. ÎHD'ê diyar kir qerdiyanên ku hewl dan zarokê girtî bifestînin hê jî li ser kar in û gilih kir.

Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Amedê ya ÎHD'ê li ser serlêdana têkilî êrîşa fizîkî ya qerdiyanan a li ser zarokê girtî yê F.T ê 16 salî, ku li Saziya Înfaza Cezayê ya Zarok û Ciwanan girtî ye, daxuyaniyek da.

'HEWL DAN KU BIFETISÎNIN'

ÎHD'ê diyar kir ku wan li ser agahiyê lêkolîna xwe kirine û got, ''Zarokê girtî F.T diyar kir ku 1'ê Mijdarê dema ku pirtûk dixwend qerdiyanê bi navê H, ku alkol vexwaribû, destê xwe kiriye qirika wî û hewl daye ku wî bifetisîne û gef lê xwariye. F.T her wiha got wî ev tişta bi serê wî hatî ji hevalên xwe re gotiye, her wiha ji midûrê gritîgehê re jî gotiye, gilih kiriye û rapor standiye ku derb lê hatiye xistin''

Her wiha qerdiyanê ku bûyî sedema vê bûyerê hê jî li ser kar e.

Endamên me yên Komîsyona Girtîgehê plana wê dike ku bi Midûrê Girtîgehê û Dozgerê Girtîhê re rûne.''

'ÊŞKENCE Û MIEMELEYA NEBAŞ''

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin wan gilih li Dozgeriya Girtîgehê kirine. Bi berdewamî hate gotin dema ku ew li F.T guhdarî dikin tê dîtin ku qerdiyan êşkenceya fizîkî û êşkence kiriye, ev dikeve nav sûcê dijî mirovahiyê û divê bi lezgînî li vê bûyerê were vekolan û delîl werin komkirin.

Her wiha hate xwestin ku Dozgeriya Komarê di cih de li cihê bûyerê lêkolînan bike û li mexdûr, şahidan guhdar bike; kamarayên li cihê bûyerê divê werin tespîtkirin û dîmen werin parastin; divê zarokê mexdûr li Nexweşxaneya Dewletê were tedawîkirin û rapor were standin; divê şexsên ku werin tespîtkirin û lêpirsîna kamûeyê lê were vekirin.