Qenala Misrî plana AKP û MÎT'ê eşkere kir

Qenala TEN TV ku qenaleke neteweyî ya Misrê ye, bi belgeyekê polîtîkaya qirkirinê ya MÎT'ê û rêxistinên îstîxbaratê yên cuda yên li Tirkiyeyê eşkere kir ku plan dikir li dijî gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.

Doktor Neşet Dîhîle di bernameyeke televîzyona TEN TV de çend belgeyên Teşkîlata Îstixbaratê ya MÎT'ê ya dewleta Tirk belav kir. Li gorî wan belgeyan hikumeta AKP'ê ya ku Erdogan serkêşiya wê dike li gel MÎT'ê planên têkbirina hemû hêzên muxalîf ên li dijî Erdogan bi taybetî pêşengên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hêzên li Rojava dikin hedef.

Li gorî belgeya ku hatiye eşkerekirin, AKP û MÎT bi hev re pir bi zirav û baldarî plansaziya kuştina endamên pêşeng ên PKK'ê, derxistina şaredariyan ji destê Kurdan û kuştina endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Dr. Neşat Dîhîle diyarkirin ku di belgeyan de hatiye nîşandan, divê partî û dezgehên siyasî yên Kurdan ên li Bakurê Sûriyeyê bên tasfiyekirin û di warê siyasî de jî bê lewazkirin. Her wiha ji bo pêkanîna vê jî budçeyek hatiye amadekirin.

Di belgeyê de tê gotin, divê leşkêrên artêşa Tirk hê zêdetir bên perwerdekirin ku bikarin li dijî şerê gerîla xwe bigirin.

Xaleke din a di belgeyê de balê dikişîne ew e; pêwîste dadgehên leşkerî bên zêdekirin û di her dema ku leşker ji ber êrîşan reviyan û paşvekişiyan divê hemû berpirs û leşker bên ceazakirin. Dîsa bi rasthatina her bûyer û tiştekî divê gule biteqîne, heta eger derfet jî nebe divê her gule biteqîne.

Dr. Dîhîle di bernameya televîzyonê de li ser mijara Rojava jî ev tişt got: "Li gorî van belgeyên ku hatine eşkerekirin, divê şerê taybet li dijî partî û hizbên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê bê kirin. Her wiha şerekî taybet û dijwar jî li ser her ferdekî bê bikaranîn. Medyaya Tirk ji bo vê hatiye amadekirin û bi taybetî televîzyona dewletê TRT û Ajansa Anadaolû ji bo vê hatine erkdarkirin. Wê TRT û Anadolû bi ziravî şerê taybet bidin kirin û wê hêzê hê zêdetir bide leşkerên Tirk."