Qedexeya li ser PKK'ê li Freîbûrgê hate şermezarkirin

Li Freîbûrgê ya Elmanyayê ji bo  şermezarkirina qedexeya li ser PKK'ê meşeke bi xetîre hate kirin.

Ji bo pîrozkirina damezirîna PKK'ê û ji bo şermezarkirina qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê li Freîbûrgê ya Elmanyayê meşeke bi xetîre hate kirin.

Girseya ku li navenda Freîbûrgê li Alte Synagoe hate cem, xetîr pê xistin û ber bi çarşiyê ve meşiyan. Di dema meşê de hate gotin, ''Bila qedexeya li ser PKK'ê rabe'', ''Bijî PKK'', Bijî Serok Apo'' û li navenda bajêr girseyê daxuniyeke çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de biryara Dîwana Edalatê ya Ewropayê ya li ser PKK'ê hate destnîşankirin û hate gotin, welatên Ewropa li ser PKK'ê xwedî helwesteke neheq in, siyaseta dewleta Tirk a li ser Kurdan ji nedîtî ve tên  û şaş  û ne hiqûqî ye ku PKK'ê mîna terorê ragihînin.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, qedexeya li ser PKK'ê rabe û siyasetmedarên Kurd werin berdan.