‘Qanûna Şidetê’ di Komîsyona Edaletê de hat qebûlkirin

‘Qanûna Şidetê’ di Komîsyona Edaletê de hat qebûlkirin

“Qanûna Şidetê” ya rayeya polîsan zêde dike û rastî nerazîbûna rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hat, ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Meclîsa Tirk ve hat qebûlkirin.

Komîsyona Edaletê ya Meclîsê, pêşnûmeqanûna ji bo têkildarî hin qanûnan guhertin bê çêkirin ku rayeya polîsan zêde dike, qebûl kir. Çavlirê ye pêşnûmeqanûn di rojên pêşiya me were rojeva Meclîsê.

Di pêşnûmeqanûnê de xala “vekirina sala edlî” ya Dadgeha Bilind hat rakirin û pêşnûmeqanûn ji bo deyn û mal karibin bên desteserkirin tê berfirehkirin.

Her wiha di pêşnûmeqanûnê de mijara ku parêzer dosyaya lêpirsînê kontrol bikin an jî kopya û mînakên belgeyan bigirin gel xwe tê tengkirin.