‘Qanûn ji bo vekirina korîdorê guncaw in'

‘Qanûn ji bo vekirina korîdorê guncaw in'

Serokên Giştî yên ÎHD û Mazlûm-Der bang kirin ku Tirkiye polîtîkaya xwe ya li ser Kobanê biguherîne û korîdorek bê vekirin. Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê Unsal got, "Eger ji Edîrne, Qers, Samsûn heta Edeneyê ji Gazzeyê re eleqe tê nîşan dikare ji Kobanê re jî bê nîşandan." Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan jî anî ziman ku tezkereya ji meclîsê derbas bû rê dide vekirina korîdorê. Turkdogan got, "Eger Kobanê têk biçe wê li Tirkiyeyê kaos rû bide."

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û Serokê Giştî yê Komeleya Piştevaniyê ya ji bo Mazlûman û Mafên Mirovan (Mazlûm-Der) Farûk Unsal, polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Kobanê ji ANF'ê re nirxandin.

UNSAL: DIVÊ TIRKIYE PÊWÎSTIYA WÊ BICIH BÎNE

Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê Ahmet Farûk Unsal diyar kir ku divê hikûmeta AKP bi xemsarî nêzî şerê li Kobanê nebe û xwest, ji bo pêwîstiay parastinê rolê bigire ser milê xwe.

Unsal got, "Hikûmetê destpêkê gotibû, 'Sûriye mijara me ya navxweyî ye' û anîbû ziman ku ew ê bi baldarî nêzî tevahiya herêmê bibe. Lewma divê mirovên di nava bêwekheviya çekan de li Kobanê xwe, bajarê xwe, mal û milkên xwe diparêz in, girîng e bêgane neyên dîtin. Mirovên li nav bajarekî asê mane, xwezayî ye ku ji bo pêwîstiyên xwe yên parastinê, li benda alîkariya cîranên xwe be. Divê Tirkiye pêwîstiya vê bicih bîne."

Unsal ragihand ku guhertina polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya li ser Kobanê wê tansiyona li Tirkiyeyê jî kêm bike û got, "Ji xwe bi qasî ku em fêm dikin hin komên di nava artêşa azad de, bi PYD'ê re li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Tirkiyeyê digot ku ew ê alîkariyê bide artêşa azad a Sûriyeyê. Dikare formulasyonên cuda yên alîkariyê bibîne. Bi dîtina min ev ne zehmet e. Ev rewş wê tansiyona li kolanan a li Tirkiyeyê kêm bike. Mafekî demokratîk û gerdûnî ye ku mirov ji bo hikûmetê di mijarekê de qanih bikin xwepêşandanan lidar bixin. Divê hêzên ewlekariyê dest lê wernedin."

'DIVÊ GAZZE Û KOBANÊ WEKE HEV BÊN DÎTIN'

Unsal nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokkomar Erdogan ên digot, "Çi eleqeya Kobanê û Wanê bi hev ve heye" da û got, "Dema li Gazzeyê bûyer qewimîn, li her devera Tirkiyeyê mirov rabûn ser piyan. Kesî pirsa 'Çi eleqya Tekîrdagê pê heye' nepirsî. Eger ji Edîrne, Qers, Samsûn heta Edeneyê ji Gazzeyê re eleqe tê nîşan dikare ji Kobanê re jî bê nîşandan."

'JI BO PÊVAJOYÊ PÊWÎSTE HESASIYETÊ ALIYÊ KURD LI BER ÇAVAN BÊN GIRTIN'

Unsal di dewama axaftina xwe de got, "Di demeke ku pêvajoya çareseriyê di rojevê de ye de, aliyê hûn ê pê re aştiyê çêbikin, aliyê li dora masê mûxatabê we ye, di heman demê de hevkarê we ye. Eger ev hevkarê we dibêje 'Kobanê ji bo min girîng e' divê hûn li gorî vê hesasiyetê tevbigerin. Ev yek jî pêwîstiyeke diyalog û hevkariyê ye. Hûn neçarin daxwaz û nerazîbûnên di vir de fêm bikin."

TURKDOGAN: BI SAYA TEZKEREYÊ BAHANEYA AKP'Ê NEMA

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî di mijara vekirina korîdorê ji Tirkiyeyê, tezkereya ji Meclîsê derbas bû bibîr xist û diyar kir ku ji aliyê qanûnan ve di vî warî de bahaneyeke Tirkiyeyê nemaye.

Turkdogan got, "Piştî tezkereya dawî, ev pêkan e. Dijderketina me ya li tezkereyê tiştekî din e, lê ji aliyê pratîkî ve hinceta AKP'ê ya 'ez nikarim vê bikim' ji holê radike. Di tezkereyê de gotineke 'Hêzên Çekdar ên Tirk, di rewşa pêwîste ji bo destli derveyî sînor were dikare leşkeran bişîne welatên biyanî û heman rengî hêzên çekdar ê biyanî dikarin li Tirkiyeyê bên girtin' cih digire. Yanî 'welatên biyanî' nayê gotin, 'hêzên çekdar ên biyanî' tên gotin. Ev yek jî rê dide derdorên ne welatiyên TC bi destûra hikûmetê derbas bibe. Ji aliyê qanûnî ve hikûmet nikare ti bahaneyê qebûl bike. Li gorî qanûnên TC dibe ku di nuqteya derbasbûna PKK'ê de hin pirsgirêk derkeve, lê belê derbasbûna hêzên YPG'ê pêkane, ji ber ku li gorî qanûnan PYD, YPG rêxistineke li derveyî qanûnan nîne. Eger daxwazeke bi vî rengî ya Birêz Barzanî hebe, dikare li gorî tezkereya dawî ev daxwaza Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê bê qebûlkirin, ji wir korîdorek bê vekirin ku çek bên derbaskirin. Ev hemû pêkan in."

'QANÛNA CEZA FERMANA ALÎKARIYÊ DIDE TIRKIYEYÊ'

Turkdogan diyar kir ku xizmên gelên li Tirkiyeyê dijîn li Kobanê bi gefa qirkirinê re rû bi rû ne û got, "Di rewşeke ku xeteriyeke bi vî rengî li hemberî xizmên wekatiyên xwe heye de, Tirkiye neçar e alîkariyê bide."

Turkdogan axaftina xwe wiha dewam kir: "Di xala 13. a Qanûna Ceza de wezîfe ji dewletê re hatiye dayîn, ku qirkirin û sûcên li dijî mirovahiyê li ku dibe bila bibe dewlet vê lêpirsîn bike. DAIŞ'ê li Şengalê qirkirin kir, Êzidî rastî kirinê hatin. Qanûna ceza ya te fermanê dide te; Tu neçae lêpirsînê der heqê kes û rêxistinên sûc li dijî mirovahiyê dike bimeşîne, wan asteng bike. Li Kobanê gel bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê Tirkiye di rewşeke pasîf de ye. Li pêşiya alîkariyê jî dibe asteng. Ev yek jî tê wateya nakokiya bi qanûnên xwe re. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî banga alîkariyê ji bo Kobanê kir. Divê hûn di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de li ber çavan bigirin. Ji xwe koalîsyon jî têdikoş e. Eger hûn jî di nav de bin, hûn neçar in ji yên dixwazin têbikoş in re korîdorê vekin. Eger hînê li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê korîdor nayê vekirin, ev yek tê wê wateyê ku hikûmet helwesteke siyasî nîşan dide. Ev rewş bêguman wê encamên siyasî bi xwe re bîne."

'LI TIRKIYEYÊ WÊ KAOS BÊ JIYÎN'

Turkdogan da zanîn ku eger polîtîkaya heyî ya AKP'ê dewam bike wê di nava Kurdan de şikestineke mezin rû bide, hişyarî da û got, "Eger Kobanê têk biçe, bi qasî Helepçeyê wê di nava Kurdan de rê li ber travmayê veke û ji ber ku di vir de wê para Tirkiyeyê hebe, hikûmet wê li encamên wê yên siyasî yên navxweyî rast bê. Hikûmet ev demeke ji nuqteyeke neteweperest siyasetê dişopîne û ev yek ji aliyê aştiya navxweyî ve geekî xetere ye."

Turkdogan ragihand ku ew bawer e hikûmeta AKP di rewşeke siyasî ya dijberiya Kurd de ye û got, "Bi dîtina min li nuqteyeke gelekî şaş e û bêyî li encamên siyasî bifikire tevdigere. Diyare polîtîkaya şaş a derve ya li Sûrieyyê wê di polîtîkaya navxweyî de jî dewam bike û eger bi vî rengî dewam bike, pêkane ku kaoseke siyasî rû bide."

Turkdogan herî dawî got, "Divê tavilê ji Kobanê re alîkarî bê kirin; divê ti carî têk neçe. Rewşeke ji Kobanê wêdetir derket holê. Cîhan li ser Kobanê diaxive û pêşketinên li wê derê dikare bandorê li pêvajoya li Tirkiyeyê jî bike."