Qaderî: Beriya salên 1300’î jî Kurd li Xorasanê hebûn

Parêzer û lêkolîner Medîa Qaderî ya ji Xorasanê diyar kir ku li gorî belgeyan beriya salên 1300’î jî Kurd li Xorasanê hebûn.

Parêzer û Lêkolîner Medîa Qaderî ya ji Xorasanê diyar kir ku, herçiqasî tê gotin Kurdan beriya 400 salan koçî Xorasanê kirine jî li gorî belgeyên wê bi dest xistiye beriya salên 1300’î jî Kurd li Xorasanê hebûne.

Xorasan cihekî dûr e û gelekî tê meraqkirin. Hûn wê derê dişopînin û lêkolînên we yên taybet ên li ser wê derê hene. Gelo hûn dikarin pêşiyê hinekî Xorasanê bi me bidin naskirin?

Dewleta Îranê dibêje li Xorasanê 2 milyon an jî 2 milyon û nîv Kurd li Xorasanê hene. Lê em dizanin ku dewleta Îranê hejmara gelan kêm dike. Li gorî texmîna min 3 milyon Kurdên Xorasanê heye û di 8, 9 bajaran de dijîn. Kurdên Xorasanê ev 15, 20 sal in ku dîroka xwe nas kirine û gelekî kêfxweş in ku têkiliyê bi Kurdên herêm û parçeyên din re datînin û dixwazin kok û eslê xwe nas bikin. Li Xorasanê di vî warî de zêde çavkanî tune. Hinek tiştên kêm û şaş jî hatine nivîsandin. Ez û çend hevalên Kurdên li Xorasanê em hewl didin ji pirtûkên Erebî, Îngilîzî û Farsî dîroka Xorasanê ya rastîn derxînin holê. Ji bo ku em karibin hebûna xwe ya li wê derê îspat bikin. Em dixwazin bi şêwazeke akademîk li ser pirsên “Kurd ji kîngê ve hatiyî wê derê, çi hatiye serê wan, koçên wan çawa çêbûne” bisekinin. Hêvîdar im di demeke nêz de em ê li ser vî tiştî pirtûkekê binivîsin û ev pirtûk wê bibe çavkaniyeke sereke.

Te qala komeke xwe kir.Ya ku ji bo dîroka Xorasanê lêkolînên akademîk dike. Heta niha we çi bi dest xistine, agahiyên giştî çi ne?

Salek e koma me di vî warî de dixebite. Hatiye tespîtkirin ku Kurdan 400 sal berê koçî Xorasanê kirine. Lê belgeyên dîrokî hene ku Kurd beriya salên 1300’î li Xorasanê jî hebûne. Bêguman beriya salên 1300’î jî Kurd hebûne, lê ev tişt xwe digihîne kîjan salan, divê em li ser wê bixebitin. Wê demê Xorasan mezin bûye, lê a niha herêma Xorasanê gelekî biçûk bûye. Di wan deman de Mer hebûye, Bûxara hebûye, Berx henûye, Nîşabûr hebûye. Ev her çar navend him ji bo dîroka Xorasanê û him jî ji bo dîroka Îranê gelekî girîng e. Di dîroka Îranê de Mer navendeke çandî bûye. Li ser pirsên ku dibêjin ‘gelo ji Bakurê Kurdistanê çûne Xorasanê yan jî ji Xorasanê çûne Bakurê Kurdistanê ‘ jî dikarim bibêjim ku hê lêkolîn berdewam dike. Lê texmîn ev e ku, berê jî Kurd li Xorasanê hebûne. Em gelek caran bi Elewiyên li Bakur jî diaxivin. Hevalên me yên Elewî dibêjin ‘Em ji Xorasanê hatine’ Dibe ku wilo be jî. Dibe ku ji berê de jî têkiliyên wan ên siyasî û dînî hebûye. Gelek tişt hene. Ya herî bi mantix ew e ku, Kurd ji berê de li wê derê hebûne û têkiliyên wan ên siyasî, dînî û mezhebî bi hev re hebûne. Hatin û çûyîna wan hebûye.

Li Xorasanê kîjan eşîrên mezin hene? Li Bakur cihê ku Elewî lê dijîn jî heman eşîr hene. Navê eşîrên sereke yên wê derê çi ne?

Di navbera Xorasan û Bakurê Kurdistanê de hatin û çûyînek hebûye. Em nikarin bibêjin ku Kurdên li Bakur bi darê zorê birine Xorasanê. Ango ne mantixî ye ku 6 hezar kes bi koçberiyeke bi darê zorê çûbûn Xorasanê. Ev ne tiştekî maqûl e, mirov nikare jê bawer bike. Mesela li Xorasanê li navçeya Aşxanê eşîra Berazî hene. Em dibînin ku li Rojavayê Çemê Firatê Berazî hene, li Semsûr û Meletiyê hene. Li Xorasanê dibêjin eşîra Reşkanlû, ev eşîr li Efrînê jî heye lê navê Reşkanî yan jî bi navê Reşî. Eşîra Zefaranlû heye li Xorasanê. Li Bakurê Kurdistanê li aliyê Mêrdînê eşîrek heye bi navê Zaxuranî. Di meseleya eşîran de em digihêjin encamekê û ji bo me dîrokê ronî dike. Mesela li Erziromê hinek hevalên me dibêjin em ji Xorasanê hatine. Jixwe navçeyeke wan bi navê Xorasan jî heye. Di van hemû tiştan de dîrokê xwe veşartiye.

Li Bakurê Kurdistanê gelek Elewî hene, eslê wan Kurd in lê ew dibêjin em ne Kurd in em ji Xorasanê hatine. Wekî ku Xorasanî ne Kurd bin. Li ser vê mijarê çi dibêjî?

Li Xorasanê Elewiyên Tirk jî hene. Xorasan di warê Elewîtiyê de dewlemend e, li wê derê Elewiyên Kurd, Tirk û Faris hene. Hevalekî li Bakurê Kurdistanê li Semsûrê lêkolînek dikir. Digot ez çûm wê derê ez bi Kurdî bi wan re axivîm, ew jî bi min re bi Kurdî axivîn. Lê wan ji bo xwe digotin ku, em ji Xorasanê koçber bûne û em Tirk in. Hevalê me jî gotiye tu bi Kurdî diaxivî tu çawa dibî Tirk? Wî jî gotiye, rast e wisa ye lê ji me re wisa gotine. Vî hevalê digot ku, gotinên pêşiyan ên aliyê me Xorasanê û yê vê derê wekî hev in. Vî hevalê me digot ku, mixabin di nav dîrokê de sansur hatiye çêkirin û serdest dixwazin dîrokê vajî bikin û bi awayê şaş pêşkêşî gel bikin.

Di aliyê çandê de Xorasan gelekî dewlemend e . Di warê helbest, meqam, çand, stran û klaman dewlemendiyeke xurt heye. We diyar kiriye ku ev meqam di ÛNESCO’yê de bi navê ‘Meqamê Mirovahiyê’ hatiye binavkirin.

A niha meqamê ‘Lo’ di ÛNESCO’yê de hatiye tespîtkirin. Ev meqam gelekî balkêş e. Di nav meqamî de tu dikarî tevahî dîroka Xorasanê derxînî. Şoreş, êş, evîndarî di nav vî meqamî de heye. Ev meqam ji aliyê ÛNESCO’yê bi navê ‘mîrasa mirovatiyê’ tê naskirin. Ne bi tenê mîrasa Kurdan an jî ya Îraniyan e. Em niha li ser ferş û kîlîmên Xorasanê bixebitin, em dikarin ji ser wan gelek tiştên dîrokî derxînin holê. Li ba Kurdên Xorasanê agir gelekî pîroz e. Mesela Kurdên li Xorasanê Şîî ne, lê ev tişt li ser wan hatiye ferzkirin. Naveroka dînê wan Mîtrayî ye. Li ba Kurdên Xorasanê Çarşema Sor heye, ew jî pîroz e. Dema mirov li Îslam û li van sembol û ayînan dinihêre, tê dîtin ku ne wekî hev in. Ji ber ku li gorî Îslamê Faris ji berê ve Mecûs in ango agirperest in. Gelo çawa çêdibe ku tu him misilman bî, him Şîî bî û him jî agir pîroz bikî, di nav sembol, perde, merş û balgîfê malê de nexşê mar û şahmaran hebe. Ev sembolên hanê, hemû sembolên Mîtrayî ne. Îslamê di wan deman de êrîşî ser hemû Rojhilata Navîn dikir. Wan jî karibûna bi navê Elewîtî xwe biparêzin. Mesela dema em li Yarsanan dinihêrin, gelekî xwe dane ber Elî û Molabo û van tiştan. Ji ber xweparastinê ji neçarî beşeke Îslamiyetê wergirtine. Nifşê niha dibêje qey Elî, Molabo û tiştên wisa ji berê de hebûye. Lê dema em li dîrokê dinihêrin,tiştekî din derdikeve holê.

Ango baweriya fermî ya Îranê Şîîbûn e û ev tişt li ser Xorasanê jî tê ferzkirin. Gelê Xorasanê ev tişt wekî kiras li xwe kiriye lê di eslê xwe de Mîtrayî ango Zerdeştî ne. Lê gelo rewşa niha ya Xorasanê çi ye? Kurdên wê derê dev ji gundan berdane yan na? Gelo li hemberî asîmîlasyona çand û hunerî çi dikin, xwe çawa diparêzin?

Berê gel li gundan bûn. Em dikarin bibêjin ku wekî berê gund nemane û hemûyan berê xwe dane bajaran. Dibe ku ev jî siyaseta dewletê be. Piştgiriya çandiniyê nayê kirin û ji ber vê jî gel neçar dimîne ku biçe bajaran. Ez dikarim li ser ferş û kîlîman mînakên çandî bidim. Li dinyayê du cih hene ku ferş û kîlîmên wê navdar e. Yek ê Bîcarê ye û yek jî yê Xorasanê ye û yê Xorasanê bêtir bi destê Kurdan tê çêkirin.

Niha jî jiyana bajarvanî dest pê kiriye…

Jiyana bajarvanî te dike bin kontrola xwe, tu asîmîle dibî û zimanê xwe winda dikî. Ev jî siyasetek e jixwe. Xelqê wê derê di warê ziman de heta îro xwe parastiye. Heke em qala asîmîlasyonê bikin jî, ew ji serdema Komarî ya çêbûye. Ya di sala 1979’an de, ango 38 sal berê çêbûye. Mesela 40 sal berê tu biçûya gundan, şerm bû ku malbatek bi Farisî bi zarokên xwe re biaxive. Lê piştî serdema Komarî êdî malbat şerm dikin ku bi zarokên xwe bi Kurdî biaxivin. Gelê me yê Xorasanê dîsa hatin ser eslê xwe, şevên helbestan amade dikin. Me bi xwe jî di dema xwendekariyê de şevên helbestan çêdikir, kovar amade dikir, ew tevgerên Kurdewarî gelekî bi coş bûn. Piştî ku dewlet bi vî tiştî hesiya, mudaxele kir û jixwe piştre jî qedexe û astengkirin çêbû. Ligel vê qedexeyê di demên dawîn de ciwanên Xorasanê berê xwe didin Kurdewariyê. Rast e, asîmîlasyoneke mezin çêbûye lê di nav wê asîmîlasyonê de jî Kurd xwe bi nasnameya Kurdbûnê didin nasandin.

Nêzikatiya rejîma Îranê ya li hemberî Xorasanê çawa ye? Em dibînin ku bi polîtîkayên hesas nêzik dibin.

Ji ber meseleyên çandî gelek girtiyên Xorasanî hebûn. Di wan deman de heke li Rojhilatê Kurdistanê bi wî ‘sûcî’ bihata darizandin, 5 sal, 6 sal û heta 10 salan cezayê girtîgehê didan wan. Lê ji ber ku naxwazin navê Kurdan li wê derê derxin, heman ‘sûc’ Kurdekî/e Xorasanê bike 2 meh an jî 6 mehan cezayê girtîgehê didin. Di qanûnên Îranê de dibêje hepsên ‘teelixî’ ango dixwazin bibêjin ‘em vî cezayî didin te, ji bo ku tu li cihê xwe rûnî’

Wekî ku dersê bidin. Gelo çima wisa nêzikî Kurdên Xorasanê dibin? Ditirsin ku ji Kurdên li Xorasanê tiştekî siyasî derkeve pêş?

Gelek mijar hene, ji ber wê jî mirov nikare bibêje ji ber vê sedemê yan jî ji ber vê sedemê ye. Rejîma Îranê dibêje em li Rojhilatê Kurdistanê bi Kurdan mijûl in besî me ye û em naxwazin li Xorasanê problemeke din li ser Kurdan çêbikin. Di heman demê de li ser Kurdên Xorasanê gelek pirtûkên Erebî hene. Lê dema ev pirtûk li Farisî hatiye wergerandin, cihê ku qala Kurdên Xorasanê dike, hatiye sansurkirin. Rejîm dixwaze Kurdên li wê derê winda bike. Jixwe dibêjin ‘hûn ne Kurd in.’

Xorasan dûr e, zû bi zû agahiyên zelal ji wê derê nayê wergirtin. Koma we ya akademîsyenan dixwaze dîroka wê derê zelal bike. Ji Kurdên beşên din hêviyê we çi ne?

Ez dikarim bibêjim ku, her kes dikare ji xwe hêvî bike. Ez li hemberî dîrokê xwe berpirsyar dibînim. Heke kesên din jî li hemberî dîrokê xwe berpirsyar bibîne, dîrok di tarîtiyê de namîne. Hêviya me ji her çar parçeyên Kurdistanê ev e ku, dema tiştek li ser Kurdên Xorasanê dîtin bila alîkariya me bikin, ji bo ku em jî karibin xebatên xwe baştir bikin.