PYD: Emê ji bo hêviyên gelên Suriyê têbikoşin

PYD: Emê ji bo hêviyên gelên Suriyê têbikoşin

PYD'ê ku bi munasebeta salvegera şoreya Suriyê daxuyaniyek weşand, destnîşan kir ku hêzên li Suriyê şerê desthilatdariyê dimeşînin li dijî berjewendiyên gelan tevdigerin, lewre jî tu feydeyê wan nîn e û diyar kir ku PYD wê ji bo pêkhatina hêviya jiyana azad a gelên Suriyê têbikoşe. 

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi munasebeta salvegera şoreşa Suriyê ku di 15'ê Adara sala 2011'an destpê kiribû, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava vê demê de ji bilî kuştin, talankirin, êş û azaran tiştekî din ji bo gelên Suriyê nehatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku pêvajoya şoreşê ji ber polîtîkayên rejîma Baas ên tunekirin, xizankirin û şîdetê ji aliyê gel ve hatiye destpêkirin û tiştekî rejîmê ku wê rewa nîşan bide nemaye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku aliyên di nava welat de şer dikin, bêyî ku nêrîn û berjewendiyên gelan li ber çavan bigirin, kuştin, talankirin û wêraniyê dikin, her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkan tu projeyên wan nîn in, ev yek jî xetereya ku welat ber bi şerê navxweyî ve bibe derdixîne holê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber vê yekê pêwîste projeyek çareseriyê ku jiyana hevbeş a gelan esas digire were pêşxistin û wiha hat gotin: "Ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî bikaranîna şîdetê wê rê li ber nîjadperestî û zîhniyeta dewletê veke. Ev rêbazên ji bo bi destxistina desthildariyê wekî li Misrê hatiye dîtin wê pirsgirêkên civakê kûrtir bike."  

Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Suriyê tên jiyandin jî ev tişt hate gotin: ''Çaresiya pirsgirêkên Suriyê çareseriya siyasî û avakirina saziyên siyasî, civakî û aborî ku berjewendiyên hemû netewe û olan li ber çava digirin e. Heta ku ev neyên rê neyê bikaranîn ne mumkun e ku hêviyên azadî û wekheviyê yên gelên Suriyê ku ji bo wê dest bi şoreşê kirine pêk werin. Ji bo rêzgirtina 'Şehîdên Şoreşê' û girtiyan, pêwiste nexşerêyeke çareseriyê di çarçoveya Suriya demokratîk ku mafê hemû pêkhateyên civakê û gelê kurd diparêze were destnîşankirin. Ger ku Suriye bi hêza xwe ya civakî were avakirin, wê karibe rola xwe ya di avakirina şaristaniya mirovahiyê de bilîze."

Di dawiya daxuyaniyê de şoreşa gelên Suriyê hate silavkirin û hate gotin ku PYD ji bo parastina berjewendiyên gelên Suriyê, jiyana hevpar a di nava hemû pêkhateyên wê de, rawestandina tundiyê û pêkanînên hêviya jiyaneke azad û birumet ya gelên Suriyê wê bi hemû hêza xwe xebatê bimeşîne.