Pûtîn û Trûmp agirbesta qismî ya Sûriyeyê dirêj kir
Vîlademîr Pûtîn û Donald Trûmp ên ku bi wesîleya Lûtkeya G20’an, hevdîtinek nêzî 2 saet û nîvan dom kir pêk anî, diyar kirin ku li ser mijara agirbesta Sûriyeyê lihev kirine.
Vîlademîr Pûtîn û Donald Trûmp ên ku bi wesîleya Lûtkeya G20’an, hevdîtinek nêzî 2 saet û nîvan dom kir pêk anî, diyar kirin ku li ser mijara agirbesta Sûriyeyê lihev kirine.
Wezîrê Karê Deve yê DYA’yê Rex Tîllerson ê ku beşdarî civîna dualî bû, agahî da ku li ser rawestandina xebatên li başûrê rojavayê Sûriye û mijara agirbestê de lihev kirine. Tîllerson, destnîşan kir ku Urdun a ku li sînorê herêmê ye jî tevlî agirbestê hatiye kirin.
Tîllerson anî ziman ku agirbesta li sînorê Urdunê ‘Aştiya yekem e’ û got: “Em di wê hêviyê de ne ku ev agirbest bigihêje herêmên din ên welat jî.”
DI MIJARA ESAD DE TI GUHERTIN PÊK NEHATIYE
Wezîrê Karê Derve, diyar kir ku helwesta welatê wî ya li hember Serokê Sûriyeyê Beşar Esed guhertin pêk hatine yan ne got: “Di siberoja Sûriyeyê de em cihê malbata Esad nabînin.” Tîllerson, destnîşan kir ku tevî vê jî têkildarî ‘ka wê çawa’ Esad ji erka xwe bê girtin jî ti biryar nehatine dayîn.
TÊKILDARÎ MUDAXELEKIRINA HILBIJARTINÊ TI BERSIV NÎNE
Her du serok ên ku piştî hevdîtinê ji rojnamevanan re axivîn, diyar kirin ku tevî hevdîtina yekem a dualî bû jî, baş derbas bû.
Serokê DYA’yê Donald Trûmp anî ziman ku hevdîtina dualî ‘Bi hêviya encamên baş bîne’, têkildarî pirsa îdîayên ku mudaxeleyî hilbijartina welatê Rûsyayê kirine, xistine rojevê yan ne bê bersiv hêla.
RÛSYA TÊKILDARÎ MIJARA KOREYÊ ARAMÎ PÊŞNIYAR KIR
Pûtîn ê ku diyar kir ku ceribandên fuzeyan a Koreya Bakur ku di rojên dawî de bûye rojev, girtine dest û pêşniyara ‘parastina aramiyê’ kir. Diyar kir ku herî dawî Serokê DYA’yê Donald Trûmp li dijî Koreya Bakur ji bo ‘Bersivek hişk bide’ dixebite.
Li aliyê din beşdarbûna wergêrvan û wezîrên karê derve ya hevdîtina her du serokan, di serî de rê li ber nerazîbûna dîplomatên berê yên DYA’yê û gelek pisporan vekiriye.