Pûtîn, Rûhanî û Erdogan ew ê li Tirkiyeyê bicivin
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ew ê li Tirkiyeyê bicivin.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ew ê li Tirkiyeyê bicivin.
Li gorî daxuyaniya Qesra Kremlînê Pûtîn ji bo serdaneke du rojan ew ê roja Sêşemê biçe Tirkiyeyê. Pûtîn wê li Tirkiyeyê bi Erdogan û Rûhanî re bicive.
Pûtîn û Erdogan ew ê bingeha Santrala Akkûyû ya enerjiya nukleer jî deynin.
Piştî ku rejîma Şamê bi piştgiriya Rûsyayê di operasyona Gûtayê de ber bi dawiyê ve diçe û dagirkeriya Efrînê ya bi erêkirina Rûsyayê re didome, ev civîn pêk tê. Dewleta Tirk li Efrînê sûcekî mezin ê şer kir. Bi sedan kesên sivîl hatin qetilkirin û mal û kargehên sivîlan hatin talankirin. Ji gelek sivîlan jî agahî nayê stendin û her roj agahiyên li ser êşkence û înfazan tê.
Pisporên enerjiyê ji servîsa Tirkî ya DW ya saziya çapemeniyê ya Elmanyayê re axivîn û diyar kirin ku Tirkiye di warê enerjiyê de pêdiviya wê bi Rûsyayê re heye û projeya Akkûyûyê jî dibe ku hin pêdiviyên enerjiyê pêk nîne. Tê destnîşankirin ku ne diyar e santrala enerjiyê ew ê kîngê vebe.
Piştî ku hikumetên welatên rojava li hemberî Rûsyayê hin tevdîrên hevpar wergirtin, serdana Pûtîn pêk tê. Piştî ku li Îngîltereyê sîxurekî Rûs hate jehrîkirin, DYA û welatên Yekîtiya Ewrûpayê diyar kirin ku Moskova berpirsa vê bûyerê re ye. DYA û YE bi sedan dîplomatên Rûs dersînor kir.