Pûtîn di axaftina xwe ya salane de bi çekên nukleer gef xwar

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di axaftina xwe de ya ku salane li Meclîsa Federal dike qala çekên nû yên Rûsyayê kir û got, “Me fuzeyeke nukleer a nû ceriband. Dikare bigihêje her dera cîhanê.”

Axaftina Pûtîn a îsal ji ya salên din dirêjtir domiya. Serokê Dewleta Rûsyayê du saetan axivî û beşeke dirêj a axaftina xwe da danasîna çekan.

Pûtîn diyar kir ku heke hinek kes li dijî Rûsya yan jî mutefîkên wê çekên nukleerî bi kar bîne, ew ê Rûsya bersivê bide vî tiştî û got, “Wekî ku êrîş li Rûsyayê hatibe kirin, em ê bersivê bidin.” Pûtîn qal nekir bê ka kîjan welat mutefîkên wan e.

Pûtîn got ku ew droneyeke bin avê diceribîne ya ku serikê nukleer dikare lê were barkirin û got tu fuzeşikên nikare pêşiya vê serika nukleer bigire.

 Pûtîn bal kişand ku di cebilxaneya wan de fuzeyên wisa hene ku, tu fuzeşikên nikare we tespît bike û ev çek supersonîk e (ji deng bileztir e).

Pûtîn diyar kir ku di dawiya sala 2017’an de wan ceribandike fuzeyan kiriye û ev fuze dikare bigihêje her dera cîhanê

LI SÛRIYEYÊ ÇEKÊN NÛ TÊN CERIBANDIN

Pûtîn got ku, “Bi saya operasyona Sûriyeyê, hemû cîhan navê çekên me yên bingehîn dizane.”

Pûtîn di axaftina xwe de bal kişad ser vî tiştî ku Rûsya pergalên çekên nû jî ava dike û wan pergala xwe ya parastina hewayî jî nû kirine.