Pûrçû: Dixwazin Doza Selendî binixumînin

Doza li ser lînckirin û derxistina Romanan ji Selendî, di 6'ê Çileyê de dem ji ser derbas dibe.

Doza li ser lînckirin û derxistina Romanan ji Selendî, di 6'ê Çileyê de dem ji ser derbas dibe. Ozcan Pûrçû da xuyakirin ku bi taktîka mijûlkirinê re tê xwestin ku doz bê nixumandin û got, "Dewlet bi xwe cihêkariyê dike."

Li navçeya Manîsa Selendî, roja 5'ê Çileya 2010'na komeke qelebalix ket nava taxa Romanan û bi ço û keviran zerar da mal, kon û wesayîtên Romanan. Polîs û jendermeyan jî Roman ji malên wan derxistibûn û ew biribûn Avahiya Jendermeyan a Navçeya Selendî. Romanên ku jiyana wan di xeteriyê de bû, bi mînîbus û ambûlansan tevî polîsan ber bi navçeya Gordesê ve hatibûn şandin û piştre li Salîhlî hatibûn bicihkirin.

Piştî bûyerê di sala 201'an de li 2. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Ûşakê, li hemberî 80 bersûcan ji ber sûcên 'gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kirine, biçûk xistine', 'zerar dane malên cemaweriyê', 'zerar dane mal', 'bi çekê gef xwarine' û 'li dijî qanûna xwepêşandan, civîn û meşê derketine' doz hatibû vekirin.

'DI 6'Ê ÇILEYÊ DE DEM JI SER DERBAS DIBE'

Di rûniştina 21. a dozê de ku 25.11.2015'an de pêk hat, dihat payîn biryar bê dayîn. Lê belê ji ber ku ji ber ku parêzerê wekîliya 20 bersûcan dikir xwe ji dozê vekişand, ji bo rewş ji bersûcan re bê ragihandin dadgehê rûniştina dozê heta 23'ê Kanûnê taloq kir. Doz bi xeteriyê re rû bi rû ye ku di 6'ê Çileya 2015'an de li ber 'dem bihurînê' bikeve. 

Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Ozcan Pûrçû li ser dozê ku pênc sal in encam jê nayê, ji ANF'ê re axivî.

Pûrçû da xuyakirin ku dadgeh bi taktîka mijûlkirinê re dixwaze dozê binixumîne. Pûrçû got, "Di dozê de biryarek ji bo me erênî bê dayîn jî wê tiştek neguhere. Ji ber ku beriya her tiştî divê nêrîn, zîhniyet bê guhertin. Heta ev neyê guhertin, ti tişt sererast nabe." Pûrçû destnîşan kir ku li cihê bêdaletî heye, her tişt pêkane.

...