Provokasyona li Agirî ji AKP'ê ye

Cîgira Serokê Koma HDP'ê û endama heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan da xuyakirin ku weke Heyeta Îmraliyê ya ji Ceylan Bagriyanik, Hatîp Dîcle û Leyla Zana ew ê îro biçin Agirî û lêkolînan bikin.

Parlamenterên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sebahat Tûncel, bûyerên li Tendurekê rû dan ji ANF'ê re nirxandin. Pervîn Bûldan da xuyakirin ku weke Heyeta Îmraliyê ya ji Ceylan Bagriyanik, Hatîp Dîcle û Leyla Zana ew ê îro biçin Agirî û lêkolînan bikin. Tûncel jî destnîşan kir ku bûyerên li Agirî ji ber AKP'ê rû dane û ev yek stratejiya aloziyê ya AKP'ê ye.

HEYETA ÎMRALIYÊ WÊ LI AGIRÎ LÊKOLÎNAN BIKE

Heyeta Îmraliyê, ji bo êrîşa leşkeran a li Tendurekê lêkolîn bike, ku di encamê de Hevserokê berê yê HDP'ê yê Giyadînê Cezmî Bûdak û gerîlayekî HPG'ê jiyana xwe ji dest dan, diçe cihê bûyerê. Parlamentera HDP'ê Pervîn Bûldan anî ziman ku ji bo dewamiya pêvajoyê weke heyeta Îmraliyê ew ê îro biçin Agirî û li aliyan guhdarî bikin. Bûldan ragihand ku di heyetê de Ceylan Bagriyanik, Hatîp Dîcle û Leyla Zana cih digirin û got, "Li wê derê em ê hem bi aliyan hem jî bi gelê xwe re hevdîtinê bikin û piştî hîn bûn ku bûyer çawa qewimiye, em ê ji raya giştî re aşkera bikin."

BERIYA HILBIJARTINÊ STRATEJIYA ALOZIYÊ LI SER KAR E

Parlamentera HDP'ê û Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel jî destnîşan kir ku bûyera li Agirî stratejiya aloziyê ya hikûmeta AKP'ê ye. Tûncel anî ziman ku di demeke hînê bûyer zelal nebû de hem Serokkomar hem jî Fermandariya Giştî li dû hev daxuyanî dan. Van daxuyaniyan nîşan dan ku êrîş, provokasyonek ji dewletê ye. Tûncel destnîşan kir ku di van planên bi xwîn de kes bi ser nakevin. Tûncel diyar kir ku wan gelek caran bal kişandine ser provokasyonên beriya hilbijartinan li hemberî wan bên kirin û got, "Me gelek caran dan xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê di pêvajoya hilbijartinê de wê bikeve nava provokasyonan. Di vî warî de li ber destê me agahî û belge hene. Ev dane û agahî niha di meriyetê de ne."

Tûncel da zanîn ku bi van provokasyonan re hikûmeta AKP'ê dixwaze HDP'ê krîmînalîze bike û got, "Ji eleqe û desteka gel a ji bo HDP'ê aciz dibin. Ji bo pêşî li vê destekê bigire û terorîze bike, rêbazên bi vî rengî yên tengezarî û aloziyê dixin dewrê."

EV AGIR WÊ HER KESÎ BIŞEWITÎNE

Tûncel hişyariya "Ev agir wê her kesî bişewitîne" da û bibîr xist ku pevçûn bi kêrî kesî nayê. Tûncel got, "Eger rêyeke xilasê hebe, ew jî aştî ye". Tûncel ragihand ku xeteriya li ser sindoqê wê bandorê li her kesî bike û destnîşan kir ku ev planên ji bo têkçûna HDP'ê tên kirin, wê bi ser nekevin.

Tûncel pirsa "Di rewşeke ku bêçalakîtî heye de, danîna leşkeran li nuqteyekê, eger ne zemînek ji bo pevçûnê be hingî çiye?" kir û anî ziman ku ew ê rê nedin van provokasyonên zanebûn û bi xwîn.