Protestoyên Helebçeyê: Me komkujî ji bîr nekir, dê nedin ji bîr kirin

Protestoyên Helebçeyê: Me komkujî ji bîr nekir, dê nedin ji bîr kirin

25’mîn Salvegera Komkujiya Helebçeyê li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji aliyê deh hezaran ve hate şermezar kirin. Bi hezaran kesên li dehan navendan daketîn qadan diyar kirin ku, Helebçe Hîroşimaya Kurdan e û gotin, “Ew dê Komkujiyê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.”

Komkojiya Helebçe, li Amed Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Enqere Qers, Çardêran, Qelqelî, Melezgîrt, Kop, Gever, Westan, Elbak, Wan, Şemzinan, Çelê, Colemêrgê, Kocaeli, Erzirom, Hezex, Dêrik, Riha,. Pirsûs, Qoser, Semsûr, Bismil, Konya, Êlih, Sîlopî, Norşîn, Gimgim, Patnos û Agiriyê bi 10 hezaran kesan komkujiya Helebçe şermezar kir.

AMED

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta salvegera 16'ê Adara 1988'an komkujiya Helebçeyê daxuyaniyak nivîskî da û komkujiya Helebçe şermezar kir. KCD'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku komkujiya Helebçe nayê ji bîr kirin û dê nedin ji bîrkiirn.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî ji bo şermezarkirina komkujiya Helebçe, Beyazit û Gaziyê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Alagoz daxuyanî da û diyar kir ku, meha Adarê ji bo kurdan meha komkujiyê ye. Alagoz komkujiyê li hemberî kurdan şermezar kir û xwest, êdî komkujî bi dawî bibin.

Rêxistina OSP'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî da û komkujiya Helebçeyê şermezarkir.

MÊRSÎN

Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê û Komeleya malbatên xizmên xwe windakirine (Yakay-Der) û Kongreya Demokratik a Gelan a Mêrsînê jî ji bo komkujiyên Beyazît, Gazî û Helebçeyê çalakî pêk anî. Girseya li ber Taş Bina li hev kom bûn û daxuyani dan çapemeniyê.

EDENE

Li Edeneyê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû, bi tevlêbûna nûnerên KESK, DİSK DÎP, ODP, HDK, ÎHD, TUHADER, KÜRDÎ-DER û xwenekarên zanîngeha Çukurovayê bi pankarta kurtî, tirkî û erebî a komkujiya Helebçe û Beyazit şermezar dikirin vekirin û meşiyan. Komê di meşê de pankarta "Helebçe birîna bê dermane", "Komkujiya Helebçe rûreşiya mirovahiyê ye","Birîna dilê me Helebçe" û "Hîroşimaya Rojhilata Navîn Helebçe!" vekirin. Koma ku heta Parka Înonu meşiyan bê navber siloganên "Şehîd namirin", "Qatil dê hesap bidin", "Qatliama Helebçe ji bîr nakin" û "Ji bona Helebçe dengê xwe derînin" bilind kirin.

Li ser navê komê berdevkê HDK'e yê Edeneyê Guven Boga daxuyanî da û komkujî şermezar kir.

ENQERE

Platforma şaxan a KESK'ê jî bi heman armancê li kolana Yukselê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Me komkujiya Gazî Beyazit Helebçe ji bîr nekir" em ji bîr nakin" vekir û bê navber siloganên "Qatil dewlet dê hesap bide" û "Me Helebçe ji bîr nekir em ji bîr nakin" qîr kirin. Berdevkê Demê yê KESK'ê Devrim Kahraman diyar kir ku, meha Adarê Bûye meha komkujiya kurdan û komkujî şermezar kirin.

QERS

Rêxistina BDP'ê ya Qersê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê BDP'a Qersê Şerafettin İldirim, daxuyanî da û komkujî şermezar kirin.

ÇARDÊRAN

Rêxistina BDP'ê ya Çardêranê, Rêxistina BDP'ê ya Qelqeliyê, Rêxistina BDP'ê ya Melezgîrtê, Rêxistina BDP'ê ya Kopê, Rêxistina BDP'ê ya Westanê, Rêxistina BDP'ê ya Elbakê jî bi heman armancê, bi heman parkart û siloganan li ber avahiyên xwe çalakî pêk anîn û komkujiya Helebçeyê şermezar kirin.

GEVER

Li navçeya Geverê jî nûner û rêveberên BDP, MEYA-DER û KURDÎ- DER'ê bi heman armancê li ber avahiyên BDP'ê kom bûn û meşek pêk anîn. Di meşê de pankarta "Em komkujiya Geliyê Zîlan, Dêrsim, Mereş, Sêwas, Geliyê Tiyarê, Amûdê, Qamişlo, Roboskî şermezar dikin" vekir û heta ber girtîgeha berê meş pêk anîn. Komê li ber Otela Oslo daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê komê Serokê KURDÎ -DER'a Geverê Deniz Bulbul daxuyanî da û komkujî şermezar kir.

WAN

Rêxistina BDP'ê ya Wanê û Platforma Demokrasî ya Wanê jî kesên di komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dan bî bîranîn. Li Parqa Feqiyê Teyran bi sedan kes hatin cem hev û komkujiya Helebçeyê şermezar kirin. Li ser navê girseyê Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah daxuyanî xwend û diyar kir ku, bi ser komkujiya Helebçeyê de 25 sal derbas bûn û lê hêj şopa wê berdewam dike.

Endamên Platforma Demokrasî ya Wanê jî ji avahiya saziyê heta Parqa Feqiyê Teyran meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê û komkujiya Helebçe şermezar kirin.

ŞEMZÎNAN

Rêxistina BDP' ya Şemzînan jî bi heman armancê ji ber avahiya partiyê heta ber Navenda Çandê ya Guldexwîn meş li dar xistin. Gelek kes tevlî meşê bûn û piştî meşê rêzgirtin pêk hat. Pîştî meşê sînevîzyona komkujiya Helebçe vedigot hate pêşandin.

ÇELÊ

Rêxistina BDP'ê ya Çelê jî bi heman armancê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Li gel rêveberên BDP'ê û Şaredarê Çelê gelek kes tevlî bûn.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê ji bi heman armancê meş hate lidarxistin. Di meşê de pankartên "Komkujiya Helebçeyê sûcê mirovahiyê ye" û "Em komkujiya Helepçeyê jibîr nakin û nadin jibîrkirin" hatin vekirin. Piştî meşê Delegeyê KCD'ê Mîkaîl Atan axivî û diyar kir ku, piştî Komkujiya Hîroşimayê komkujiya Helebçe komkujiya herî mezin a li hemberî mirovahiyê pêk hatî ye. Piştî daxuyaniyê li Navenda Çand û Hûnerê ya Feqiyê Teyran sînevîyona têkildarî heman mijarê de hate pêşandan.

KOCAELÎ

Li Kocaeliyê ji endamên HDK'ê li Parqa Mafên Mirovan a Îzmîtê hatin cem hev û komkujiya Helebçeyê şermezar kirin. Xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê jî tevlî daxuyaniyê bûn û panrkata "Bila komkujî bê zelalkirin û kiryar bên darizandin". Li ser navê komê Endamê Meclîsa HDK'ê ya Kocaeliyê Senem Balî, daxuyanî xwend û diyar kir ku, zêdehî 5 hezar Kurd bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û wiha got: "Cîhan demek dirêj li hemberî vê komkujiyê bêdeng ma. Seddam Huseyîn ê ku Kurd qetilkirin nehate darizandin ji ber vê komkujiyê."

ERZIROM

Şaxa ÎHD'ê ya Eziromê jî têkildarî heman mindarê de li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ligel rêveberên ÎHD'ê HDK û gelek nûnerên saziyêndin tevlî civînê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Erziromê Medenî Aygul daxuyanî xwend û komkujiya Helebçeyê şermezar kir.

HEZEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji bi heman meş hate lidarxistin û komkujî şermezar kirin. Bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev ber bi navenda navçeyê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên "Me Helebçe jibîrnekir", "Şehîd namirin" û "Bakûr, Başûr, Rojhilat yek xebat û yek welat" hatin qîr kirin. Piştî meşê Endamê Meclîsa Şaredariya Hezexê Abdulmutalîp Mîroglu daxuyaniyekî kin da.

DÊRÎK

Nûnertiya MEYA-DER'ê ya Dêrîkê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê bîranîn pêk anî. Nûnerê MEYA-DER'ê Murat Ozuçalişir axaftinekî kin kur û komkujiya Helebçeyê şermezar kir. Pişt re pêşengeha wêneyan hate vekirin.

RIHA

Platforma Demokrasî ya Rihayê jî bi heman armancê li Kargeriya Karakoyunê bernameya bîranînê li dar xistin. Gelek welatî tevlî bernameyê bûn. Li ser navê platformê Cemal Babaoglu daxuyanî xwned û komkujî şermezar kir.

PIRSUS

Li navçeya Pirsusê ya Rihayê ji li ber avahiya BDP'ê daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Rêveberê BDP'ê Salîh Oguz daxuyanî xwend û diyar kir ku, li Helebçeyê zêdehî 5 hezar Kurd bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin.

QOSER

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji li Navenda Etutê ya Mehmet Yalçin bîranîn pêk hat. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Qoserê Baran Îlhan axivî û wiha got: "Di şerê 30 salan de êşên gelek mezin hatin jiyîn. Ligel van êşan gelek komkujî pêk hatin û ji wan yek Komkujiya Helebçeyê ye. "

SEMSUR

Rêxistina BDP'ê ya Semsurê jî li ber avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Semsurê Abuzer Kuçukkelepçe daxuyanî xwend û wiha got: "Em kesên komkujî li dar xistin şermezar kirin."

BÎSMÎL

Rêxistina BDP'ê ya Bismilê jî bi heman armancê merasîma bîranînê li dar xist. Rêveberê BDP'ê yê Bismilê Ejder Dag daxuyanî axivî û diyar kir ku, li hemberî komkujiyan divê di Newrozê de hemû kes zêdetir xwedî li hemûn û azadiyê kurdan derbikeve.

KONYA

Platfora Demokrasî ya Konyayê ji li Bulvara Alaattîn daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê komê Bayram Çetînkaya daxuyanî xwend û komkujiya Helebçeyê şermezar kir. Çetînkaya diyar kir ku, li hemberî komkujiyê hemû cîhan bêdeng û ker û lal bûn.

ÊLIH

Platforma Demokrasî ya Êlihê jî bi heman armancê li Parqa Ataturk daxuyanî da çapemeniyê. Berdevkê Platforma Demokrasiyê Bulent Hatun daxuyanî xwend û wiha got: "Bi ser komkujiyê de 25 sal derbas bûn lê kurdan hêj komkujî ji bîrenekiriye."

SILOPÎ

Rêxistina BDP'ê ya Silopiyê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Silopiyê Musun Kunur daxuyanî xwend û diyar kir ku, li ber çavên hemû cîhanê Kurd qetilkirin û wiha got: "Di 16'ê Adara 1988'an de li ber çavê hemû cîhanê li hemberî kurdan komkujî pêk anî."

NORŞÎN

Rêxistina BDP'ê Norşînê jî bi heman armancê li Navenda Çandê ya Şaredaryê merasîma bîranînê pêk hat. Rêvberên BDP'ê, şaredar û gelek kesên din tevlî bîranînê bûn. Piştî rêzgirtinê Nûnerê MEYA-DER'ê Tahîr Mete axivî û komkujiyên li hemberî kurdan pêk hatin şermezar kir. Piştî axaftinê bi kurdî mewlîd hate xwendin.

GIMGIM

Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Gimgimê jî li ber Karegeriya Şaredariyê bi armanca şermezkirina komkujiya Helebçeyê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên saziyan û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên "Bijî biratiya gelan", "Ma Gazî exo vîro nêkenim" û "Em Helepçê jibîr nakin" hatin hilgirin. Nûnerê Egîtîm Sen'ê yê Gimgimê Mahmut Kiliç axaftinekî kin kir û komkujî şermezar kir.

PANOS

Rêxistina BDP'ê ya Panosê jî bi meşekê komkujî şermezar kir. Girseya li ber avahiya navçeyê hatî cem hev heta navenda navçeyê meşiyan. Piştî meşê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Panosê Îkram Bedîr daxuyanî xwend û diyar kir ku, ramana li hemberî kurdan komkujî pêk anîn dê hesabê bide. Piştî daxuyaniyê girse careke din bi meşê vegeriya avahiya BDP'ê.

AGIRÎ

Komeleya Xwendekarên Çiyayê Agiriyê ji bi heman armancê meşek li dar xistin. Meşa li ber avahiya ADO-DER'ê dest pê kir Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy û gelek kesên din tevlî bûn. Di meşê de pankartên têkildarî mijarê de hatin vekirin. Rêvebera ADO-DER'ê Esra Keleş daxuyanî xwend û komkujî şermezar kir.

LÎCE

Li navçeya Lîceyê ya Amedê jî Komkujiya Helebçeyê hate şemrezarkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Lîceyê Harun Erkuş daxuyanî xwend û diyar kir ku, li hemberî kurdan gelek caran komiujî pêk hatin û wiha got: "Kesên îro li hemberî kurdan hovîtiyê pêk tînin divê di serî de li hemberî kurdan û hemû mirovahiyê lêborîn bixwazin."

ÇEWLÎK

Li Çewlîkê ji bi komkujiya Helebçeyê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. Di daxuyaniya li ber Kuleya Saatê ya Çarrêyê de wêneyên kesên di komkujiyên Helebçe û Roboskiyê de jiyana xwe ji dest da hatin hilgirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Egîtîm Senê yê Çewlîkê Îsamîl Koç daxuyanî xwend û diyar kir ku, komkujiyên li hemberî kurdan pêk hatin tenê Helebçe nîne.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

DÎLOK

Li Dîlokê jî hevparên HDK'ê li Parqa Yeşîl Suyê daxuyanî dan çapemeniyê. Ligel partiyên saysî û sendîkayan gelek kesên din jî tevlî daxuyaniyê bûn. Delegeyê HDK'ê Muslum Acar daxuyanî xwend komkujiya Helebçeyê şermezar kir.

SÊRT

Li Sêrt, Mirisc û Dihê jî bi heman armanca daxuyanî hatin dayîn û komkujiya Helebçeyê hate şermezarkirin. Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê daxuyanî da û Komkujiya Helebçeyê şermezar kir.

ÎDÎR

Rêxistina BDP'ê ya Îdîrê jî bi heman armancê li avahiya partiyê bîranîn pêk anî. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Îdîrê Mehmet Çîrka axivî û diyar kir ku, ramana kujer a li hemberî kurdan berdewam dike û komkujiya Helebçeyê berdewam dike.