Projeya dewletê li Dersimê: Terîqat û destavêtin!

Desthilata AKP-MHP’ê pêkanînên xwe yên Dersimê dike hedef didomîne. Bi tarîqat, cemaet û zanîngehan baweriya Dersimiyan dike hedef; li bajar bûyerên destdirêjî-destavêtin zêde dibin.

Desthilata AKP-MHP’ê dev ji kiryarên xwe yên bawerî, azadiya çand û dîroka Dersimê ku dike hedef bernade. Li bajar bi taybet bi terîqatan çanda Dersimê dike hedef.

Desthilat ji bo vê pêkanînê Zanîngeha Mûnzûrê dike hedef. Zanîngeha li bajar bûye navenda hinek terîqat û cemaetên nêzî desthilatê. Li bajar li şûna civakîbûyînê bi rêya asîmlasyonê terîqat û cemaet belav dikin.

Mehmet Ateş ê berî niha di çarçoveya lêpirsîna FETO’yê de ji kar hatibû dûrxistin, piştre bû profesor. Ateş di demekî nêzîk de dîsa ji lêpirsîna FETO ji kar hatibû dûrxistin.

Li zanîngaha ku nirxên ciwanan ji destê wan tê girtin, yek ji mamosteyê ku yek ji rêveberên Wexfa Yekîtiyê ye, navê wî di bûyera destdirêjiyê de derketin, yek ji mînakên vê tora qirêj e.

Rektor Ubeyde Îpek ji bo beşên ku xwendekar ji bo zanîngehê nayê girtin, îlankirina xwedearên ‘biyanî’ ya ji sê payan yek ji bo vê tê veqetandin, mijarekî balkêş e. Piştre jî xwendekarên ji welatên mîna Fas, Somalî, Sûriye, Erabistana Siûdî, Efganistan, Sûdan, Yemen, Libnan, Filistîn, Ozbekistan, Tirkmenistan girtin.

HIŞMENDIYA TERÎQAT Û DESTAVÊTIN

Di daxuyaniya Navenda Lêkolînên Dersimê (DAM) ve hate dayîn de ev agahî hebûn: “Komeleya Xizmeta Perwerdehî û Çandê ya Mûnzûr (Suleymanî) Komeleya Alîkarîkirina Perwerde, Çand û Civakî (Terîqata Menzîl) Şaxa Dersim a Wexfa Ensar, Şaxa Dersim a Wexfa Yekîtî, Şaxa Dersim a Cemiyeta Belavkirina Ilm, Nûnertiya Dersim a Tugva û Komeleya Tevgera Millî Beka (li ser tevnên dijîtal kar dikin) di bin navên cuda de karên dînî dikin. Her wiha li Taxa Atatûrk ji bo terîqetan bi awayê parelel derfetên kar tên vekirin, ev her roj zêde dibin. Demeke li Dersimê derketina navê hinek erkdarên ewlekariyê yên di nava bûyerên destdirêjî-destavêtinê de divê ji vê hişmendiyê cuda neyê girtina dest.”

Ahmet Zulfu yê li Zanîngeha Dersimê mamoste bû, berî çend salan ji ber dîmenên neexlaqî yên li beramberî xwendekaran neçar bûbû ji kar bê dûrxistin. Ev kes yek ji avakarê Şaxa Dersim a Wexfa Yekîtiyê bû.
REKTOR LI XWE MIKÛR HATIBÛ

Rektorê Zanîngaha Mûnzûrê Ûbeyde Îpek dema hatibû bajar ji bo avakirina Akademiya Alîbey û ensitîtuyê ketibû nava hewldanan. Di civînekê de jî sedemê wê wiha gotibû: “Valatiya li Dersimê em ê tije bikin, wê rêxistinên cihê û siyaset tije bike.

Nûnertiya Dersim a TUGAV û serokê Şaxa Dersim a Cemaeta Belavkirina Ilim xwecihiyê Diyanetê ye. Li bajar li ser mutîtiyê re karê xwe didomînin.

Dîsa li Taxa Ataturkê guherîna kafe û cihên kar ên ji bo kesên nû jî balê dikişîne. Bi vê dejenarasyona çandî dikin hedef.

Endamên cemaeta Menzîl û Suleymanî di nava Însiyatîfa Çand û Hunera Dersimê de di nava zanîngeha Mûnzûr û brokrasiya dewletê de xwe birêxistin dikin û Dersim ji gelek aliyan ve xistiye di nava pencê qirkirinê de.