Prof. Paech: Lîsteya YE heqaret li Kurdan e
Prof. Paech: Lîsteya YE heqaret li Kurdan e
Prof. Paech: Lîsteya YE heqaret li Kurdan e
PKK ji 2'ê Gulana sala 2002'an û vir di lîsteya "rêxistinên terorÎst" a Yekitiya Ewrûpayê de ye. Pisporê huqûqa navnetewî Norman Paech diyar dike, ku lîste ji serî ve bi pirsgirêke û destnîşan kir, ku danasîna tevgera Kurd a bi vî rengî, li Kurdan heqaret e. Paech di axaftina xwe ya ji ANF'ê re anî ziman, ku modêla Kurd a bi pêvajoya çareseriyê re derkeve holê, wê ji krîza Îsrael-Fîlîstînê re bibe mînak.
Li dû êrşişên 11'ê Îlona sala 2001'ê yên li dijÎ DYE, rêveberiya Washîngtonê bi sedema "pêşîgirtina li terorîzma navnetewî" li Yekitiya Ewrûpayê zext dikir. Di meha Qanûna sala 2001'ê de di dema serokatiya demî ya Belçîkayê de, Yekitiya Ewrûpayê di encama zextên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de neçar ma lîsteya "rêxistinên terorîst" ava bike. Di lîsteya yekemîn a 28'ê Qanûna sala 2001'ê hat eşkerekirin de, ETA, Rêxistian 17'ê Mijdarê ya li Yewnanîstanê, Hîzbûllah a li Libnanê, Cîhada Îslamî û Hamas 12 rêxistinan cih girtin. Di 2'ê Mijdara sala 2002'an de jî navgîna herî bilind a YE Konseya Ewrûpayê da xuyakirin, ku wan PKK li lîsteyê zêde kirine.
Yekitiya Ewrûpayê, kes rêxistin û organîzasyonê xistibû lîsteyê, ji nêz ve şopand. Li dijî kesên mijara gotinê, li gelemperiya Ewrûpayê operasyon hatin kirin, hesabên wan ên banqeyê û mal û milkên wan hatin desteserkirin. Li gorî huqûqnasên Ewrûpî, ev lîste ji binî ve şaş bû. Ji ber ku lîste bêyî parastina "kesên weke terorîst hatine binavkirin" bê girtin, hatibû avakirin. Di vê çarçoveyê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê gelek serlêdanên li dijî vê lîsteyê pejirand û Komîsyona Ewrûpayê hişyar kir.
LÎSTE JI ALIYÊ BUROKRATÊN YE VE TÊ DIYARKIRIN
Bi pêvajoyên aştiyê yên li Bask û Îrlandayê ve girêdayî lîste hat nûkirin û navên ETA û Real ÎRA jê hat derxistin. Mucahîdên Gel ên li hemberî rejîma Îranê têdikoşe jî serî li DÎwana Dadê ya Ewrûpayê da Û di encamê de di sala 2009'an de ji lîsteyê hat derxistin. Bi vî rengî YE'yê yekemcar bi biryara dadgehê rêxistinek ji "lîsteya terorîstan" derxist. Lê eşkere ye li pişt vê biryarê têkiliya navbera YE û Îranê heye.
Di lîsteya ji aliyê burokratên YE û bi lihevkrina wezîrên karên derve yê YE ve tê destnîşankirin, navê 25 rêxistin û koman hene. Di lîsteyê de Rêxistina Fîlîstînî Ebû Nîdal di rêza yekemîn û PKK jî di rêza 15. de cih digire. Di heman demê de li gel hemû gotûbêj û hilbijartinên li Fîlîstînê jî Hamas û Hîzbûllah jî bi salan e di lîsteyê de ne.
Di 23'ê Nîsana sala 2013'an de, di rapora Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê ya li ser Tirkiyê de gotina "rêxistina terorîst" a ji bo PKK'ê dihat bikaranîn hatibû guhertin û di şûna wê de gotina "Çalakgerên PKK'ê" hatibû bikar anîn. Ev biryara Meclîsa Parlamenteran a demeke kin berî daxuyaniya vekişîna hêzên gerîla ya KCK'ê hat dayîn, bi yek dengî hat stendin û niha jî çav li ser Komîsyona Ewrûpayê ye.
PROF. PEACH: LÎSTE JI XWE BI PIRSGIRÊK E
Di nava kesên ku vê lîsteyê ji nêz ve dişopîne de, pisporê huqûqa navnetewî Prof. Norman Paech heye. Prof. Paech da xuyakirin, ku lîste hînê ji salên destpêkê ve bi pirsgirêk bû û diyar kir, ku Yekitiya Ewrûpa bêyî rastiya PKK û Kurdan li ber çavan bigirin, ev biryar stendiye û bi salane di vê biryara xwe de israr dike. Zanyarê Elman destnîşan dike, ku hebûna PKK'ê ya li nava vê lîsteyê tê wateya heqareta Yekitiya Ewrûpa li Kurdan bi zanebûn dike û got, "Lîste, di heman demê de polîtîkaya Ewrûpayê ya li ser Kurd û Kurdistanê jî radixe ber çavan."
Prof. Paech ragihand, ku hebûna navê PKK'ê ya di nava vê lîsteyê de, pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyê jî asteng dike û got, "Ev nêrîna YE bi taybetî jî ya Elmanyayê li PKK'ê, pêşî li pêşketina pêvajoyê digire. Ya rast, Yekitiya Ewrûpa vê lîsteyê li dijî Tirkiyê bikar tîne. Divê êdî YE nêrîna xwe biguherîne. Ji ber ku ev nêrîn û nêzîkatî bi kêrî ti kesî nayê."
MODÊLA KURD DIKARE JI BO FÎLÎSTÎNÊ BIBE MÎNAK
Prof. Paech da xuyakirin, ku Elmanya jî bi heman rengî li pişt siyaseta Tirk cih girtiye û bal kişand ser dozên li dijî siyasetmedarên Kurd ên li dadgehên Elman di çarçoveya qanûnên "antî-terorê" hatine vekirin. Prof. Paech anî ziman, ku Elmanya dikare bi rawestandina van dozan re tevlî pêvajoya çareseriyê bibe.
Prof. Paech vekişîna hêzên gerîla ya ji îro û pê ve jî, ji bo pêvajoya çareseriyê weke gaveke dîrokî bi nav kir û destnîşan kir, ku ji niha û pê ve dora gavavêtinê hatiye hukûmeta AKP'ê. Zanyarê Elman bibîr xist, ku ji bo jiyana bi hev re û wekhev a li Tirkiyê, firsendek derketiye holê û got, "Modêla jiyana bi hev re ya Kurd û Tirkan, ne tenê ji bo welatên din ên Kurd lê dijîn, dikare ji bo axa Fîlîstînê ya di destê Îsraelê de ye jî, bibe modêlek mînak."
PROF. NORMAN PAECH KÎ YE?
Prof. Paech, ku yek ji pisporên sereke yên bûyerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne, di sala 1938'an de li bajarê Bremenhaven ê Elmanyayê ji dayik bû. Li Zanîngehên Tubîngen, Munchen û Parîsê, perwerdeya huqûq û zanyariyên siyasî dît, di navbera salên 1975-1982'ab de kş Zanîngeha Hambûrgê li Fakulteya Huqûqê profesorî kir. Ji sala 1982 heta 2003'an li heman zanîngehê dersên siyaset û aboriyê da. Prof. Paech di navbera salên 1977 û 1986'an de ji Yekitiya Huqûqnasên Demokrat re serokatî kir. Di navbera salên 2005 û 2009'an de endamê Meclîsa Federal bû û di vê demê de berdevkiya karên derve ya Partiya Çepgir dikir.