Prof. Dr. Sancar: Konferansa Kurd xwedî girîngiyeke mezin e
Prof. Dr. Sancar: Konferansa Kurd xwedî girîngiyeke mezin e
Prof. Dr. Sancar: Konferansa Kurd xwedî girîngiyeke mezin e
Hîndekarê Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mîthat Sancar di axaftina xwe ya li konferansa "Kurd Modêlên Aştî, Demokrasî û Çareseriyê Nîqaş dikin" de da xuyakirin ku bûyerên li Rojava diqewimin şerekî Rojhilata Navîne û got, "Kurd li Rojhilata Navîn gelekî kilîte. Projeya siyasî ku vê ji nedîtî ve were, dê rasteqîn nebe. Ji ber vê yekê Kurdan jî roleke dîrokî girtin ser milê xwe. Konferansa Kurd, ku ji bo rêxistinên cuda yên li her parçeyên Kurdistanê biryarên hevpar bigire cihekî girîng e, lê gelek caran hatiye paşvexistin, muhîme di vê demê de bê lidarxistin."
Roja duyemîn a konferansa "Kurd Modêlên Aştî, Demokrasî û Çareseriyê Nîqaş dikin", ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Aştiyê yên Rojhilata Navîn a Navneteweyî (IMPR) ve tê organîzekirin, bi rûniştina bi sernavê "Pirsgirêka Kurd çiye, çawa tê fêmkirin, bandora wê ya li ser têkiliyên Kurdan çiye, bendewariyên Kurdan çi ne?" dewam dike. Di vê rûniştinê de mêvan û beşdarên ji çar parçeyên Kurdistanê pêşkêşî û nêrînên xwe radigihînin.
Di rûniştina roja duyemîn a konferansê de, tevî gelek nûnerên sazî û pisporên Rojhilata Navîn, Serokê Ofîsa Têkilkiyên Derve ya PDK'ê Hemîn Hewramî, Berdevkê Yekitî Niştimanî Kurdistan Azad Jundiyanî, Dîrektorê IMPR Azîz Barzanî û gelek mêvan amade ne. Dîrektorê IMPR Barzanî da xuyakirin ku li Rojava bûyerên gelekî girîng diqewimin û got, "Bûyer û pêşketinên li wê derê bandorê li Tirkiyê jî dikin, ji ber vê yekê em girîng dibînin ku ew jî biaxivin."
Rojnamevanê ji Rojavayê Kurdistanê Barzan Îso da xuyakirin ku çûn û hatina Rojava gelekî zehmet e û destûr ji derbasbûna gelek tiştan ji sînor nayê dayîn. Îso ragihand ku herêma Til Koçer di encama şerekî dijwar de ket bin kontrola YPG'ê û got, "Ji wê derê, li dijî YPG'ê êrîşên dijwar dihatin kirin. Digotin qey ew derê bibe mîna Kabîlê. Ji xeta ji Til Koçer heta herêma Serêkaniyê komên El Qaîdeyê xwe digihandin çolê. Li Rojava, Kurd ji ber ambargoyê neçar man li çara serê xwe binêre."
‘REJÎM PÊKHATEYÊN ETNÎKÎ BI HEV DIDE QIRKIRIN’
Parêzvanê mafên mirovan Redîf Mûstafa diyar kir ku di dema Esad de Kurd ji hemû mafên xwe bêpar hatin hiştin û li dijî Kurdan projeyên şovenîst hatin meşandin û got, "Rejîma Sûriyê timî pêkhateyên etnîkî bi hev dida qirkirin. Ya ku wan dixwestin; komên li vê derê bi hev re şer bikin. Em bala xwe bidin yên li Sûriyeyê şer dikin. Piraniya van ji welatên derve tên anîn û li dijî gelê li wê derê tên şerkirin."
Parêzvanê mafên mirovan Sebîh Ataç jî destnîşan kir ku Kurdên hatin înkarkirin çek hilgirtin û derketin çiyê û got, "Lê belê rewş îro hinekî cuda bû. Ev mijar mijarên siyasî ne. Dewleta Kurdan nîne, sedema vê jî ev e. Ji ber vê yekê ev mijar siyasî ye. Ev meseleya siyasî bi xwe re tiştên din jî anî. Kurd ji zimanê xwe qut bûn. Piştî vê jî bixwazî nexwazî ji jiyanê qut bûn."
‘PARÇEBÛNA KURDAN ENCAMA LOZANÊ YE’
Nivîskar Şehmûz Ulek jî der heqê beşa wergerê ya malpera înternetê ya amadekarên konferansê de ji ber Soranî û Kurdî hatiye nivîsandin rexneyên xwe anî ziman û got, "Evana tiştên ji hev cuda nînin. Divê saziyên me bi vî rengî ziman ji hev cuda nekin. Navê pirsgirêkê pirsgirêka Kurdistanê ye. Di pirsgirêkên mîna vê de, pirsgirêk bi navê herêmê tên binavkirin. Ev pirsgirêk jî pirsgirêka navê vê herêmê ye. Dijwarî timî hatiye rojevê. Dijwarî ne sedema pirsgirêkê ye, encama wê ye. Pirsgirêk pirsgirêka parçebûna Kurdan e. Pirsgirêkek ji ber Lozanê derketiye holê ye. Heta ku Lozan neyê tasfiyekirin çareserî nabe. Pirsgirêk ne pirsgirêka navxweyî ya welatên mîna Tirkiye, Iraq û Îranê ye. Ji ber vê yekê, ji ber ku pirsgirêkek navneteweyî ye, çareserî jî bi vî rengî dibe. Birêz Abdullah Ocalan, BDP'yî, yên li Qendîlê dan xuyakirin ku ti pirsgirêka wan bi alê re nîne. Ez vekirî bêjim; bi van re pirsgirêka min heye. Di serî de pirsgirêka min bi dewletê re heye. Pirsgirêka min bi alê re heye. Navê wê yê di qanûnê de ala Tirkan e. Pirsgirêka min bi artêşê re heye. Kurdan jî digirin leşkeriyê lê navê wê Hêzên Çekdar ên Tirk e. Li vê dewletê her tişt Tirk e û tiştekî ji Kurdan nîne."
ŞERÊ LI ROJAVA ŞERÊ ROJHILATA NAVÎNE
Akademîsyen Mîthat Sancar got ku Rojhilata Navîn ji nû ve şekil digire û wiha dom kir: “Ewropa jî piştî şerê 30 salan ji nû ve şekil girtibû. Dê Rojhilata Navîn jî piştî şer ji nû ve şekil bigire. Şerê li Rojava wekî şerê Sûriyeyê tenê bê dîtin dê kêm bimîne. Dê di pêvajoya şekilgirtinê de terciha kurdan çibe? Ew girîng e. Di Rojhilata navîn de gelê ku mifteya girîng e, gelê kurd e. Siyaseta ku vê rastiyê hesab neke, dê projeya wan rast nebe. Di qada leşkerî û qadên din de jî divê kurd bên hesabkirin.”
Sancar da zanîn ku kurd di dîrokê de rolek mezin girtine ser milê xwe û wiha got: “Kurd mîsyonek girîng girtine ser milê xwe û di dîroka heyî de rola xwe baş dilîzin. Di şekilgirtina Rojhilata Navîn de xwediyê gotinêne. Em li her parçeyên Kurdistanê rastî siyasetên cûda tên, tabloyek bi vî rengî li pêşberê me ye. Ji bo hemû rêxistinên kurdan konferansa kurdan pir girîng e. Ev konferans her carê paşve tê xistin. Ji bo wekhevî û statuya kurdan ev konferans pir girîng e. Her wiha ji bo çareserbûna pirsgirêkên kurdan sazîbûn jî bê avakirin.”
FEDERASYONA DEMOKRATÎK A MEZOPOTAMYAYÊ
Sancar diyar kir ku ger ku gelê kurd dewlet netewe hilbijêre jî wê li hemberî vê yekê jî bi perspektîfekî berfireh parastina wê bike û wiha got: “ Divê herkes li ser erdnîgariya xwe derfetên peyv û biryarên xwe pêk bînin û xwe bivê yekê bidin gerê dan û divî alîde gav bê avêtin. Ji bo wê jî Federasyona Demokratîk ya Mezopotamyayê vê projeyê dinirxîne. Wekî model YE tê hizirandin. Di esasê xwede YE Yekitiyeke Netew Dewlete. Ev model dûrî Rojhilata Navîne ji bo wê jî ji Rojhilata Navîn re biyanî tê û modelek ku xwezaya wê ribabûyî ye. Divê ku gelê kurd bi siyast û yekitî bi jiyanek nû re bikare li Ewropa û li herêmên din re bibe yek.”
BÊYÎ PYD NIKARE ROJAVA WERE NIRXANDIN
Di beşa konferanê ya îro de ku nirxandin herî zêde li ser Rojava tênkirin û amadebûna nûnerên PDY’ê di konferansê de bal bikêşîne. Rûniştina yekem ku bi dawî bû piştî xwarinê dê rûniştina “Modela çareseriya kurd’ pêk bê. Konferans dê piştî vê yekê bi dawî bibe.