Prof. Dr. Kaboglû: Di emel de darbe hatiye kirin

Prof. Dr. Kaboglû diyar kir ku AKP û Erdogan welat ber bi mercên darbeyê ve birine û destnÎşan kir ku qedexeya derketina derve ya Cizîrê ku 5 roj in dewam dike û hedefgirtina sivîlan, nayê qebûlkirin.

Prof. Dr. Kaboglû diyar kir ku AKP û Erdogan welat ber bi mercên darbeyê ve birine û destnÎşan kir ku qedexeya derketina derve ya Cizîrê ku 5 roj in dewam dike û hedefgirtina sivîlan, nayê qebûlkirin.

Profesorê Destûra Bingehîn Îbrahîm Kaboglû, konsepta şer a AKP'ê ji ANF'ê re nirxand.

'ENCAMÊN HILBIJARTINÊ NEPEJIRAND'

Prof. Dr. Kaboglû diyar kir ku organa bi meşandina destûra bingehîn wezîfedar e, bûye weke navenda çalakî û hewldanên li dijî destûra bingehîn. Kaboglû da xuyakirin ku Serokkomar Tayyîp Erdogan ê bi salan ji bo encamên hilbijartinê digot, "vîna gel", encamên hilbijartinên dawî nepejirandiye û bi zorê hilbijartinê dide dubarekirin. Prof. Dr. Kaboglû diyar kir ku Erdogan li şûna ku ji bo hilbijartinê rewşeka aştiyane û ewlekariyê ava bike, şer dijwar dike.

'HETA NIHA BI VÎ RENGÎ LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN NEHATIYE DERKETIN'

Kaboglû da zanîn ku Tirkiye ber bi mercên darbeyê ve tê dehfdan û anî ziman ku beriya 12'ê Îlonê li welêt rewşeke destabîlîzasyon a gelekî cidî hebû, lê di 12'ê Îlonê de jî mîna roja îro ewçendî desthilatdariyeke siyasî li hemberî destûra bingehîn derneketiye. Kaboglû da xuyakirin ku polîtîkayên hikûmeta demkÎ ya AKP'ê ku di emel de darbe kiriye, her kesî dixe nava fikaran û destnîşan kir ku alîgirên aştî û demokrasiyê, ji bo 'sekinandina' vê rêveçûnê divê hîn bêhtir bi awayekî çalak tevbigerin.

'BILA ÇEK BÊDENG BIBIN, DÛRE HILBLIJARTIN WERE KIRIN'

Porf. Dr. Kaboglû diyar kir ku qedexeya derketina derve ya li Cizîrê ku 5 roj in dewam dike û hedefgirtina sivîlan bi ti awayî nayê qebûlkirin û anî ziman ku pêkanînê zordar ên darbeya emelî di meriyetê de ye. Kaboglû got, "Me ev hişyarî hemû di dema hilbijartina Erdogan ji bo serokkomariyê kiribûn. Ev meheke li herêmê ev diqewime." Kaboglû da zanîn ku di van şert û mercan de hilbijartin pêk nayê û anî ziman ku divê dawî li rewşa şer, rijandina xwînê û mirinan bê anîn.

'EZ XWERÊVEBERIYÊ DIPARÊZIM'

Prof. Dr. Kaboglû da xuyakirin ku xwerêveberiya gelê Kurd li dijî vê zilmê îlan kiriye rewa ye û destnîşan kir ku wî bi salan xwerêveberî parastiye û wê her biparêze.