Li Îdir û Mêrdînê polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin protestokirin. Di çalakiyan de hat xwestin ku dawî li êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, operasyonên qirkirina siyasî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn.
ÎDIR
Li Îdirê di pêşengiya rêxistina HDP û DBP’ê yên Îdirê û pêkhateyên KJA!’yê de li pêşiya avahiya DBP’ê ya bajêr li hemberî polîtîkayên şer ên AKP’ê bi dirûşma, “Ji şer û operasyonan re bes e” mîtînga aştiyê hat lidarxistin. Bi sedan welatî tevlî mitînga aştiyê bûn. Hevserokê HDP’ê yê bajêr Cesîm Katar bal kişand ser dema zarokên AKP’yiyan betlaneyê dikin, zarokên gelê feqîr jî leşkeriyê dikin û wiha dewam kir, “Lê zarokên vî gelî li çiyayan û li ser zinaran leşkeriyê dikin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Adiyaman jî diyarkir ku, “ PKK dibêje, ‘ Werin em bi hev re neteweke demokratîk ava bikin.’ Dibêje ‘Werin em weke xwişk û birayan bi hev re bijîn.’ Tişta ku dibêjin parçeker ma ev e? Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê ye kengê hûn bixwazin hûn dikarin biçin hevdîtinê li gel bikin.”
Adiyaman da zanîn ku AKP û DAIŞ di heman zîhniyetê de ne.
MÊRDÎN
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeya Kerboran a Mêrdînê êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên dewam dikin û operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin. Li gel nûnerên saziyên li navçeyê gelek welatî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
‘AŞTIYA MAYÎNDE BI MUZAKEREYÊN BI OCALAN RE DERBAS DIBE’
Rêvebera DBP’ê ya navçeyê Garîbe Gezer bal kişand ji bo aştiya mayînde di muzakereyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas dibe û wiha dewam kir, “Heya pêvajoya çareseriyê ya hat cemidandin dubare destpê neke, em çalakiyên her şev li xistina beroşan û vemirandina lambeyan didin destpêkirin.”