Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Brukselê hatin şermezarkirin
Dema NATO li ser daxwaza Tirkiyeyê li Brukselê kom dibû, bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Daxuyaniya çapemeniyê ya HDP’ê organîze kir li Qada Luksemburf a pêşiya Parlamentoya Ewropayê pêk hat.
Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Belçikayê, Koordînasyona li hemberî Kurdan ji Şer re Na, KNK, Enstituya Kurdan, Federasyona Êzidiyan, YNK, Weqfa Înfo Turk, Vrede, Komeleya Demokratîk a Ermeniyan, Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê, Komîteya Piştevaniya bi Rojava re,Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Belçîkayê, Kolektîfa Koçberan a Belçîkayê û Enstituya Asûriyan a Belçîkayê piştgirî dan daxuyaniya çapemeniyê.
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar di civîna çapemeniyê de axaftinek kir û got, “Tirkiye ne li hemberî DAIŞ’ê li hemberî gelê Kurd şer dimeşîne.”
Aydar got, “Ev şer ne şerê Tirkiyeyê ye, şerê desthilatdariya Erdogan e.” her wiha got ku di heman demê de ev şerê Tirkiyeyê tê wateya piştgiriya bi DAIŞ’ê re.
Aydar bang li NATO’yê kir ji bo rola navbeynkariyê di navbera Kurd û Tirkan de ji bo parastina pêvajoya çareseriyê bilîze û piştgiriya Kurdan ên di herêmê de li dijî DAIŞ’ê têdikoşe bike.
Ji nûnerên HDP’ê yên Ewropayê Eyup Doru, ji HDP’ê Ziya Ûlûsoy, nûnerên komeleyên Ermenî û Asûriyan jî axivîn. Çapemeniya neteweyî û navneteweyî jî eleqeyeke mezin nîşanî daxuyaniya çapemeniyê ya di bin barana zêde de pêk hat da.