‘Polîtîkayên salên 90’î bi destê MÎT’ê li Elmanyayê têne kirin!’

MÎT li Elmanya broşurên ku têkoşîna Kurdan reş dike ji qotiyên postoyê yên Kurdan re dişîne.

Konsepta şerê taybet a Tirk ku li Kurdistanê û Tirkiyê bi dehan sal in bi zext û zordariyê dibe li Elmanya bi rengên cuda dom dike. Dewleta Tirk bi ser siyasetmedarên Kurd ên Ewropayê de bi rêbazên kuştin, xebatên sîxûriyê û deqkirinê Kurdan dorpêç dike û zextêdike.

Broşûrên reşkirina têkoşînê ku JÎTEM’’ê salên 90’î dişande adrêsên siyasetmedar, nûçegihan û alîgirên têkoşînê yên Kurdan û peyamên bi naveroka gefê niha jî li Elmanya bi destê MÎT’ê sazkar bûye. Di  danezanan de ku PKK, PYD, YPG û rêxistinan Kurdan reş dike, tê gotin, ‘’Kurd bi dînê xwe ve ne, civakeke jidil û aştîxwaz e. Li cem Kurdan kevneşopî û malbat xurt in. Lê PKK, PYD, YPG rêxistinên wiha ne ku bê dîn in, ne xwedî nirxên etîk in, malbatê û kevneşopiyê re dike. Ji bo vê jî mirov nikare PKK’ê û Kurdan weke hev bibîne.’’

Balkêş e, di vê serdemê de ku Reqa û Dêrazor hatine rizgarkirin Kurdên ku ji Rojava hatine têne hilbijartin.

Li Elmanya Monchengladbachê di serî de Kurdên Rojava, ji gelek adrêsan re broşûr û danezanên ku PKK, YPG, YPJ û PYD’ê reş dikin têne şandin.

Yek ji kesê ku danezan ji postaya wî re hatî şandin Omer Evdo got ew ji ber DAIŞ’ê û terorê hatine Elmanyayê û li vir jî wan rehet nahêlin, bang li Elmanya kir ku tevdîran bistîne.

 ‘ELMANYA DIVÊ VAN BIBÎNE  Û DARIZÎNE’

Yek ji kesê ku ev gef lê hatî xwarin jî Kurdekî ji Rojava Omer Evdo ye. Evdo bi eslê xwe ji Efrînê ye. Evdo piştî ku li Sûriyê û Rojava şer dertê, ji ber gefên DAIŞ’ê beriya bi 2 salan tê Elmanyayê. Lê Evdo û malbata wî li van deran jî heman gefê dibîne. Broşûrên bi naveroka gefxwarinê û saziyên Kurdan reş dikin ji qotiya postayê ya adrêsa wan re dişînin.

Ev wiha dibêje: ‘’Beriya bi du rojan dema ku ji sûkê vedigeriyam malê min li qotiya postayê nerî û yek ji van broşûran min dît. Pêşî min got qey tenê ji min re şandine. Lê piştre min dît li vê mintiqeyê ji her kesî re şandine. YPG, YPJ’ê û saziyên Kurdan reş dikin. Lê her kes dizane ku têkoşîna Kurdan a mirovahiyê ye. Li dijî van terorîstan têkoşîna Kurdan didin.’’

Evdo diyar kir ku divê Elmanya ewlehiya wan a jiyanê pêk bîne û got, ‘’Dewlet divê yên ku vî karî dikin bibîne. Divê van kifş bike û me biparêze. Ev der welatekî demokratîk û azad e. Em dixwazin li vir bê problem bijîn. Lê li vir jî bela xwe ji me venakin. Em dixwazin li dijî van gefan tevdîr werin standin.’’

‘EV TIFAQA DAIŞ Û TIRKIYÊ YA LI EWROPAYÊ YE’

Yek ji rêveberê herêma Dusseldorfê yê PYD’ê Dersim El Elî jî got bi vê dixwazin têkoşîna Kurdan a li Ewropayê sempatiyê çêdike reş bikin û wiha got: ‘’Hêzên Kurdan YPG, YPJ û PYD kirine hedef. Li vir kampanyaya reşkirinê dane destpêkirin. Ev êrîş hevkariya dewleta Tirk, hêzên mêtinger û DAIŞ’ê, ya li Ewropayê ye. Li Kurdistanê bajar, gund şewitandin û kavil kirine. Êrîş birin ser Efrîn, Kobanê û her deverê.

Ev terorist tim mirovan dikujin, komkujiyan dikin. Ev hevalbendiya gemarî niha jî li Ewropayê ye. Gelê me li vir jî rehet nahêlin. Piştî ku paytexta wan Reqa ket niha li Ewropa belav bûne. Niha jî li dijî gelê me yê Ewropa terorê dikin. Divê Elmanya kesên ku van karên mafta û terorê dikin derxîne holê û wan derxîne pêş darazê.’’