Polîtîkayên Elmanya yên li dijî Kurdan, li Atînayê hatin şermezarkirin

Kurdistaniyên li Atînayê dijîn, polîtîkayên dewleta Elman ên li hemberî Kurdan şermezar kirin. Di çalakiyê de daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê hat kirin.

Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atînayê dijîn, ji bo polîtîkayên Elmanya yên li dijî Kurdan şermezar bikin, saet di 11:00 de li ber Konsolosxaneya Elmanyayê li hev civiyan. Di vê çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî Ahmet Çelîk, Mûhlîs Kaya, Abdullah Şen, Bedrettîn Kavak, Kenan Baştû, Mûstafa Çelîk, Mehmet Demîr, Alî Ozel û alên KCK û PKK'ê hatin hildan.

Çalakgeran dirûşmên "Azadî ji girtiyên siyasî re", "Qedeya PKK'ê rakin", "Bijî Serok Apo" qîriyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ji ber polîtîkayên înkar û qetlîamker ên dewlet Tirk 11 siyasetmedarên Kurd ên statuya wan a siyasî heye hatine girtin û hat gotin, "Ev girtinên bi hincetên kêfî hatine kirin, encama têkiliyên siyasî yên qirêj ên hikûmeta Elman in. Ti bingeheke hiqûqî ya van girtinan nîne. Hikûmeta Elman bi van girtinan ve zext û astengiyên xwe yên li hmeberî Kurdan zêde kiriye. Bi vî rengî hêz û piştgirî daye dewleta Tirk ji bo bêhtir komkujiyan bi serê Kurdan de bîne. Lewma hikûmeta AKP'ê bêhtir bêperwa dibe." Di daxuyaniyê de daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê ya 20 sal in dewam dike, hat kirin.

Çalakgeran piştî daxuyaniyê dosyayek radestî rayedarên Konsolosxaneyê kirin û dawî li çalakiya xwe anîn.

...