Polîtîkayên dewleta Tirk ên şer li Parîsê hatin şermezarkirin
Bi armanca şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û protestokrina komkujiya li Pirsûsê ya li dijî endamên SGDF'ê, li Parîsê çalakiyek hat lidarxistin.
ANF
PARÎS
sêşem, 28 tîrmehê 2015, 07:08
Bi armanca şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û protestokrina komkujiya li Pirsûsê ya li dijî endamên SGDF'ê, li Parîsê çalakiyek hat lidarxistin. Li ser banga CDK-F û ACTIT saet di 18:00 de li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk, bi beşdariya Tevgera Jinên Kurd, Ciwanên Azad Parîs, FEDA, Federasyona Êzidiyan a Fransayê, Kurdistanî û dosên wan mîtîng hat lidarxistin.
Di mîtînga ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Fermandarê HPG'ê Onder Aslan (Şervan Varto) û dowîzên bi nivîsa "Kujer Erdogan, Terorîst Tirkiye" hatin hildan.
Li ser bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Pirsûsê daxuyaniya hevpar a CDK-F û ACTIT'ê bi zimanên Fransî û Tirkî hatin xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tİrk a faşîst, di bin navê têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de li dijî Kurdan, hemû rêxistinên şoreşger, çep û sosyalîst dest bi polîtîkayeke şer a berfireh kiriye. Lewma divê li dijî dewleta Tirk a faşîst û zîhniyeta AKP'ê têkoşîna hevpar bê xurtkirin."
Nûnerê Federasyona Komeleyên Ermeniyan li Fransayê Ara Toranan, nûnerê Komeleyên Kabîl li Fransayê Belaîd Aîtenezîanî, Şaredarê Herêma 94'an a Parîsê Champîgny Domînîqûe Adenot û Serokê Federasyona Êzidiyên li Fransayê Hemîn Chamon, di axaftina li vir de polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk û komkujî şermezar kirin.
Mîtînga ku bi qasî saetekê dewam kir bi qîrîna dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe", "Dewleta kujer wê hesap bide", "Em ê hesabê Pirsûsê bipirsin" bi dawî bû.