'Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê xizmeta siyonîzm û emperyalîzmê dike'
'Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê xizmeta siyonîzm û emperyalîzmê dike'
'Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê xizmeta siyonîzm û emperyalîzmê dike'
Hammamî pirsên me yên der barê geşedanên welatên ereb û Tûnisê de bersivand û serhildanên li Tûnis û Misirê wek şoreşê bi nav kir û diyar kir ku li her du welatan jî ji bo azadî û demokrasiyê têkoşîn didome. Hammamî destnîşan kir ku tevgera Tûnisê tu eleqeya wê bi hêzên emperyalîst tune û got ev şoreş û serhildaneke rastîn ya gel e. Hammamî wihagot: “ Gelê Tûnisê di bin bandora tu hêzên derve de nemaye û bi înstiyatîfa xwe rejîm hilweşand. Piştî hilbijartinan hikûmeteke paşverû ya bi îtîfaqa lîberal û îslamî pêk hat. Lê vê hikûmetê reformên gel daxwaz dikir, pêk neanîn û ji ber têk çûn. Gel piştgiriya xwe jê birî.
Hammamî da zanîn ku pêvajoya şoreşê hêj didome û got têkoşîn di navbera hêzên bermahiyên dîktatoriyê û partiyên paşverû yên Selefî û Îslamî, yên ne demokratîk de didome. Hammamî got ku ji bo pêvajo di alî hêzên demokratîk de baş be ev şert û merc hebin:
“Li Tûnisê şoreş didome. Ji bo azadî û mafên gelan têkoşîn didome. Şoreş dê bikeve asteke nû. Ev dê şoreşeke civakî be. Hilbijartinên meha adarê dê karê hêzên demokratîk û yên kedkar hêsan bike. Du texmîn hene. Di hilbijartinan dê hikûmeta Ennahda têk biçe û hêzên demokratîk bi serkeve. Texmîna duyemîn jî eve ku dibe ku leşker bêzariya gel û krîzê bi kar bîne û têkeve hewldana krîzê. Partiya li dijî hewldanê niha din ava gel de xebatê dimeşîne.”
Hammamî da zanîn ku piştî Zeynel Abîdîn bîn Alî ji welat derket û şûnde hêzên welatparêz, şoreşger û pêşveçûyî nekaribûn bi endamên hevpar bikevin hilbijartinan, lê niha asta ku hatinê di navbera wan de kosesusek hatiye avakirin.
Hammamî wiha dirêjî da axaftina xwe: “çend meh berê 10 partî hatin cem hev û Eniya Gel avakirin. Ligel partiyan rêxistinên kedkaran jî cih digirin. platforma kum e avakiriye niha li Tunê 3’emîn hêza mezine. Di hilbijartinên berê de me wekê Partiya Komunîst a Karkerên Tûnisê li kursî li parlamentoyê bidest xist. Em bawerin ku vê carê em wekê Eniya Gel dê 5 kat zêdetir bin.
Hammamî bal kişand ser geşedanên Rojhilata Navîn û got pevçûna li Sûriyeyê di navbera du hêzên paşverû de pêk tê û got yek Rejîma Esad û ya din jî Emperyalîzma DYA û yê maşeyên herêmê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qeterê , yanî Artêş Azad ya Sûriyeyê ku ji van piştgiriyê dibîne ye.
Hammamî wiha got: “Ev pevçûn ne mumkune ku bi demokratîkbûnê çareser bibe. Divê em çareseriyê di hêzên şoreşger û pêşveçûyî de bigerin. Divê gelê Sûriyeyê ji bo aştiyê zextê li van hêzan bikin. Polîtîaya tirkiyeyê ya der barê Sûriyeyê de ji emperyalîzm û siyonîzmê re xizmetê dike. Divê gelên Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên gelên Sûriye û Tirkiyeyê xizmetê bike û li dijî vê polîtîkayê xizmetê bikin.”
Hammamî da zanîn ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd ya mafdar û her wiha qetilkirina 3 jinên kurd jî wekê sûcê mirovahiyê bi nav kir.