Polîtîkaya Erebkirinê têk çû
Polîtîkaya Erebkirinê têk çû
Polîtîkaya Erebkirinê têk çû
Doh Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk û endamê Desteya Bilind ya Kurd Salih Muslim got “em dîroka şaş sererast dikin” ev gotin rastiya Rojavaya Kurdistan diyar dike.
Li Rojavaya Kurdistan, yan jî Erebkirina Kurdistanê, bi Îslambûna destpê dike. Hêzên Îslamê dema ku deverekê bi dest dixe, bi taybet cihên wek Kurdistanê bi axa xwe bi bereket, eşîrên koçber ên Berberî Arebîstanê li wan cihan bi cîh dikin. Dîsan bi hatina Îslamê, Eşîrên Samî yên heremên dikevin nav asîmîlasyonek lezgîn û dibin Ereb. Ev herdu tevger Erebkirina heremê di nava dîrokê de demografiya heremê diguherîne. Lê guhertina bingehîn a demografiya herêmê di dema Fransiyan despê dike, piştî serjimîriya di sala 1962 ya bi taybet Bajarê Hesekê li ser Kurdan hate ferz kirin ku, divê bi belgeyan îspat bikin ku berî sala 1945’an li vê heremê daniştîne. Di wê demê de asta xwendinê 3 ji sedî bû, 200 hezar Kurd wek ejnebî hatin pejirandin. Di encama Erebkirina Herema Cizîrê qasî 332 gundê Kurdan hatin vala kirin û biryara 140 hezar kesi ya dervî sînor hat dayîn. Bi taybet dîtina petrol li Herema Rêmelan û Qereçûk ya Rojavaya Kurdistan ev siyaseta kûrtir kir. Her çend wek siyasetek sîstematîk di sala 1976 hate rawestandin jî, lê Erebkirina heremê heta şoreşa Rojavaya Kurdistan dewam kir.
Siyaseta Erebkirina Rojavaya Kurdistan li herema Cizîrê li pirr cihan demografiya herêmê bi temamî guhertiye. Bi tenê bi cih kirina 43 gundên Ereban tenê di salên 60’an, bi 7 hezar kesî di roja me de gihaştiye bi sed hezaran kesî. Niha Gelê Kurd li ser bingeha adaletê, biratiyan gelan wek Salih Muslim jî dibêje “em dîroka şaş sererast dikin”. Gelek kes û dewlet dibêjin ku Rojavaya Kurdistanê bi temamî ku devere kes nikare diyar bike. Ger mirov rastiya Erebkirina heremê ya dîrokî nebîne, mirok dikare bêje ku, Rojavaya Kurdistan ji çend herêm û çend bajarokan pêk tê. Ev şaştiyên dîrokî pejirandine.
Di vê çarçoveyê de Kembera Erebî, xwe li ser 12 xala avakir:
1. Derxistina Kurdan a ji ser axa wan
2. Nedana mafê xwedinê û kesên mafê xwendênê hebe jî li cihên dûrî Kurdan be
3. Qedexekirina xebatkirina Kurdan
4. Di nava Ereban de Kurdan wek dijmin danasîn
3. Mele û şêxên Kurdan ji heremê derxistin û li şûna wan yên Ereban bi cih kirin
6. Malbatên mezin ên Kurd bên perçekirin û cihê wan bine guhertin
7. Li şûna Kurd eşîrên Ereban bi cih kirin
8. Li sînorê Tirkiyê şerîdek Ereban bê bicih kirin
9. Kesên ji ber dewleta Tirk hatine Sûriyê, teslîm kirina wan
10. Komên çotkaran ji Ereban bên ava kirin
11. Mafê deng danê yên ne Ereb bin, ji destê wan bin girtin
12. Kesên ne Ereb bin mafê hemwelatiyê ji deste wan bine girtin.
Gelê Kurd li Rojavaya Kurdisan bi sed salan bi Ereb kirinê rû bi rû maye. Ev Ereb kirin di strana Derwêşê Ewdê û Edûlê de jî pirr eşkere tê diyar kirin. Eşîra Edûlê dibin êrîşên Ereban deye û hawar dixwaze, li ser vê yekê Derwêşê Ewdê diçe hawara wan. Îro jî ev rastî hîn jî hebûna xwe diparêze.
Gelê Rojavaya Kurdistan bi şoreşa xwe ve her roj nûbûna çêdike. Bi her nûbûnek jî, dîrok ya şaş sererast dike.
Gelê Kurd him li Tel Ebiyad, Serê Kaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Resil El Eyn, Tirbê Sipiyê, Dêrikê, Qamişlo, wek bajar Hesekê bi Gelên Kurd, Ereb, Asûr, Ermen û Çerkez, dîsan li Herema Kobanî û Efrînê bi hemû pêkhateyê xwe dixwaze bihev re di nava aştiyê de bijî.