Polîsên Ûlmê ji ber Erdogan zextê li Kurdistaniyan û şoreşgeran dikin
Li bajarê Elmanya Ûlmê, têkildarî meş û mîtîngên ji bo destekkirina berxwedanên xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina komkujiyan, doz tên vekirin.
Li bajarê Elmanya Ûlmê, têkildarî meş û mîtîngên ji bo destekkirina berxwedanên xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina komkujiyan, doz tên vekirin.
Polîsên Elman zextê li Kurdistanî û dostên wan ên çalakiyên demokratîk lidar dixin, dikin. Polîs bi 'biryara rêveberiya navendî' ve daxuyanî û dirûşmên li dijî Erdogan weke 'sûc' dibînin û dikevin nava tevgerê. Kurd û demokrat li hemberî vê zextê bêdeng nînin.
Li bajarê Elmanay Ûlmê, têkildarî meş û mîtîngên ji bo destekkirina berxwedanên xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina komkujiyan, doz tên vekirin. Polîsên Elman, ku axaftin û dirûşmên li hemberî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan weke 'sûc' dibînin, bi rêya vekirina dozan hewl didin çavên mirovan bitirsînin.
Polîsê Ûlmê dibêjin ev helwest ji ber 'biryara rêveberiya navendî' ye û îdîa dikin ku neçar in Tirkiye û Erdogan biparêzin.
ÎNSIYATÎFA PIŞTEVANIYÊ YA LI DIJÎ ERDOGAN
Saziyên koçber ên demokratîk, pêşverûyên Elman, şoreşge rû antî faşîstên li dijî van êrîşan ketin nava tevgerê gotin, "Em li dijî Erdogan mafê xwe yê xwepêşandana demokratîk diparêzin." Kurdistanî û şoreşgeran, ji bo mirovên ceza li wan hatine birîn însiyatîfek piştevaniyê ava kirin. Însiyatîfê têkildarî mijarê, kampanyayeke îmzeyan jî da destpêkirin.
Cezayên pere yên li du endamên NAV-DEM'ê hatin birîn, di encama li ber rabûnê de hatin betalkirin û dozên li wan hatin vekirin, ji holê rabûn. Îtiraza endamê AGÎF'ê Cem Toprak a li hemberî cezayê hatiye birîn, hînê ji aliyê dadgehê ve nehatiye qebûlkirin.
Êrîşên polîsên Ûlmê ne tenê ev in. Di 1'ê Gulanê de li meşa hevpar a saziyên koçber û sendîkayan û li pîrozbahiya Newrozê jî zextên xwe dewam kiribûn. Ji bo zextê li mirovan bikin, dest danîn ser nasnameya hin çalakgeran û bang li wan dikin ku li şaxê polîsan îfadeyê bidin.
Însiyatîfa Piştevaniyê da xuyakirin, ku ew ê biryarê bigirin ku di dema pêş de gelek çalakiyan lidar bixe.