Polîsên Tirk qeydên kamereyan jê birin

Polîsên Îzmîrê, piştî ku hemû qeydên kamerayan ên kargehên têketina avahiya ku xebatkara HDP’ê Deniz Poyraz lê hat qetilkirin birin, qeydên kamerayan jê birin.

Êrişkar Tirk ê nîjatperest Onûr Gencer ê ku di êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir. Diyar bû ku polîsan dest danîne ser qeydên kamerayên têketina kargehê û dûre qeyd jê birine. Hat diyarkirin ku piştî ku polîsan qeydên kamereyan ên hefteyekê girtine, dîmen hemû jê birine. 
 
Xebatkarên kargeh û esnafên derdorê yên ji ajansa MA'yê re axivîn, diyar kirin ku polîsên Tİrk serê sibê de hatine cihê kar, qeydên kamereyan ên hefteyekê girtin û pişt re qeyd jê birin. Esnafan bi lêv kirin ku polîsan tu hêcetên qanûnî nedane wna û qeydên di cihazî de jê birine.