Polîsên Tirk malbatên berxwedêrên girtiyan asteng kirin

Malbatên berxwedêrên girtî ku xwestin li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk bînin, ji hêla polîsên Tirk ve hatin astengkirin.

Malbatên xizmên berxwedêrên girtî ku li hemberî tecrîdê ketî greva birçîbûnê û rojiya mirinê, çalakiya li ber Girtîgeha Jinan a Gebezeyê dayî destpêkirin di roja 30'emîn de dewam kir. malbatên ku li avahiya HDP’ê ya Gebzeyê li hev civiyayî, bi wesayîtan ber bi girtîgehê ve derketin rê. Lê belê piştî demeke kurt, polîsên Tirk pêşî li wesayîtên malbatan girt. Polîsên ku malbat xistî dorpêçê, bi gotinên, “Çi karê we li vir heye”, “Bi Apo re hevdîtin çêbû êdî hûn çi dixwazin” rê li malbatan birî.

Malbatên ku ji hêla polîs ve hatî astengkirin gotin, “Em ê her roj li vir, li ba zarokên xwe bin. Hêza we têra dayikan nake.”

Polîsên Tirk li wesayîtên malbatan cezayê pereyan birî, malbat bi zorê li wesayîtên wan siwar kirin û ji herêmê dûr xistin.

Her wiha polîs, rojnamegerên ku malbat dişopandin jî asteng kirin, dest danî ser telfonên wan û dîmenên kişandî jê birin.